Dewleta Tirk çeteyên Iraqî perwerde dike
Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê yên ku piraniya wan ji Tileferê ne li Ezaz û Idlibê li kampan perwerde dike.
Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê yên ku piraniya wan ji Tileferê ne li Ezaz û Idlibê li kampan perwerde dike.
Dewleta Tirk ji bo perwerdekirina çeteyên DAÎŞ'ê yên ji Tilefer-Mûsilê kampên leşkerî ava kir. DAÎŞ'iyên ku serçeteyê bi navê 'Eşref Antakî' serkêşiyê ji wan re dike, ji bo êrîşî Kurdan bikin têne perwerdekirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke taybet hate wergirtin, dewleat Tirk hewl dide li Şengal, Mexmûr û tevahiya Iraqê DAÎŞ'ê ji nû ve rake ser piyan.
Li derdora Ezaz û Idlibê bi dehan kamp hatin avakirin û li van kampan li gel penaberên Iraqî û Sûriyeyî endamên DAÎŞ'ê têne perwerdekirin. Çete ji van kampan ber bi herêmên cuda yên Sûriye û Iraqê ve têne şandin. Nêzî hezar û 200 çeteyên DAÎŞ'ê yên hatin perwerdekirin, piraniya wan ji Tilefer û Mûsilê ne.
Çavkanî diyar kir ku kampên li herêma Merme Hecer a li Cerablûsê û kampên li cihên nêzî sînorê bi bajarê Idlibê re çend meh in dixebitin û got, li van kampên ku navê 'Qerekoprî' lê hatiye kirin kesên têne perwerdekirin bi giranî ji Iraqê (Mûsil, Selehedîn, Şirgat) hatine.
Serçeteyê li vê derê jî Eşref Antakî (Antakyayî) ye. Ji perwerdeya di bin çavdêriya dewleta Tirk de serçete Antakî berpirsyar e.
Çavkanî ragihand ku ev çete piştî ku ji perwerdeya komandoyên Tirk derbas bûn, weke hêzên ser bi dewleta Tirk ve ji herêmên cuda re têne şandin.
Di hedefa van çeteyan de jî Minbic, Efrîn, Kobanê û herêmên din ên dagirkirî hene.
Kampên ku çete lê têne perwerdekirin bi vî rengî ne:
Kampa Babi Es-Selam (Li nêzî Helebê ye), Kampa ‘Berxwedan’ (Li herêma Mara ya nêzî Ezazê ye), Mûxeyem Ehmelad (Soran, herêma Ezazê), Mûxayem Ebû El-Hetahiya (Ezaz), Kampa ‘Esîqa’, Mûxeyem El-Fuqara, Mûxeyem Atma (Harim, Idlib), El-Wedîhî Harim, li herêma Dana ya Idlibê, Es-Selam (Idlib), Mûxeyem El-Kerama (Idlib), Nûr Eş-Şam (Idlib), Qah Qah El-Ferdos (Idlib), Mûxeyem El-Eyadî El-Beyda, Mûxeyem Zehret El-Xelîç, Mûxeyem Xan El-Şêxûn, Atman (Idlib), Mûxeyem El-Îman Atma (Idlib), Mûxeyem El-Fan El-Şîmalî, Nehnû Maen, Mûxeyem Ferca, Nehnû Umma, El-Quneyterat.