QSD'ê şehadeta 4 şervanên xwe ragihand
QSD'ê şehadeta 4 şervanên xwe ragihand ku li Bendava Tişrînê, Dêr Hafirê û Dêrazorê şehîd bûn.
QSD'ê şehadeta 4 şervanên xwe ragihand ku li Bendava Tişrînê, Dêr Hafirê û Dêrazorê şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê 4 şeravnên xwe yên şehîd bûne de, daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye: "Hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo parastina erdê xwe û gelê xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke efsanewî raber dikin û rojane serkeftinan pêk tînin.
Şervanên me yên berxwedêr li eniyan derbên giran li çeteyan didin. Di çer û pevçûnan de gelek ji çete ji qadan direvin, lê hêzên dewleta Tirk a dagirker zextê li wan dike û wan neçarî şer dikin.
Di şer û pevçûnên ji du mehan ve de hejmarek şervanên me heya kêliya dawîn bi lehengî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Navê şervanên me yên şehîd bûne wiha ne: Sîpan Reqa (Mihemed Yeyha El Hemaze), Kurdo Kobanê (Qusey Luey El Sofî), Beşar (Mihemed Hemed Selal) û Hisên (Mihemed Ugla El Îbrahîm).
Bila serê malbatên şehîdan sax be. Em soza xwe nû dikin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin heya ku bi serketinê tacîdar bikin, em ê herêmên xwe ji tevahî êriş û destdirêjiyan biparêzin."
Li gorî daxuyaniyê; agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:
Nasnav: Sîpan Reqa
Nav û paşnav: Mihemed El Hemze
Navê dayikê: Necah
Navê bav: Yehya
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cihê şehadetê: Dêr Hafir-3 Sibat 2025
Nasnav: Kurdo Kobanê
Nav û paşnav: Qusey El Sofî
Navê dayikê: Kewser
Navê bav: Luey
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cihê şehadetê: Dê Hafir- 3 Sibat 2025
Nasnav:Hisên
Nav û paşnav: Mihemed El Îbrahîm
Navê dayikê:Huda El Elî
Navê bav: Ugla
Cihê jidayikbûnê: Erîşe
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn- 15 Çile 2025
Nasnav: Beşar
Nav û paşnav: Mihemed Selal
Navê dayikê: Riwêha El Xeleef
Navê bav: Hemed
Cihê jidayikbûnê: Erîşe
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Şihêl- 3 Sibat 2025