Bakirhan: Bang dibe ku di 15'ê Sibatê de bê kirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku dema hevdîtineke nû ya bi Rêber Apo re diyar nebûye lê belê banga ji Rêber Apo dibe ku di 15'ê Sibatê de bê kirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî civîna koma xwe ya heftane ya li meclîsê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Bakirhan têkildarî banga ku tê payin Rêber Apo di demeke nêz de bike axivî û got, "Dibe ku di 15'ê Sibatê de be, yan jî piştî wê jî be."

Bakirhan ji bo pirsa "Wê serdana Îmraliyê bê kirin?" got, "Hîn ne diyar e. Em li benda bangê ne."

Ji bo pirsa "Wê banga ji bo destberdana ji çekan be?" Bakirhan bersiveke bi vî rengî da: "Ez naveroka wê nizanim. Em nizanin naveroka wê çi ye, li gorî agahiyên ku me ji heyetan wergirtî diaxivim. Dibe ku di naveroka vê bangê de heman tişt hebin. Di nava demeke kurt de amadekariyek heye, kar tê kirin. Dibe ku 15'ê Sibatê be, yan jî piştî wê be. Ev mijar hîn zelal nebûye, em li benda bangê ne."