‘Divê dozeke navneteweyî li dagirkeriyê bê vekirin’
Gelê Kantona Firatê diyar kir ku ew dikarin bê av û kehrebe jiyan bikin, lê nikarin bê welat jiyan bikin û got, “Li ser kiryarên ku Erdogan û çeteyên wî, divê dozeke navnetewî bê vekirin."
Gelê Kantona Firatê diyar kir ku ew dikarin bê av û kehrebe jiyan bikin, lê nikarin bê welat jiyan bikin û got, “Li ser kiryarên ku Erdogan û çeteyên wî, divê dozeke navnetewî bê vekirin."
Gelê Kantona Firatê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser stasyona avê, ji ANF’ê re axivîn.
Ehmed Ismaîl ku ciwanekî ji Kobanê ye, wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê me ji warên pêşiyên me derbixe, lê em dev ji axa xwe ber nadin. Ev axa me bi xwîna şehîdan hatiye avdan, wê ne mimkun be ku bi van êrîşên rojane bikaribin me ji axên me dûr bixin. Raste em zehmetiyan di warê qutbûna av û kehrebeyê de dibînin, lê ruxmî wê jî bi van êrîşan hestê me yê berxwedanê di her warî de zêde dibe. "
Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk cara ewil bi navê DAÎŞ, cara din jî bi riya çeteyên xwe êrîşan dike û wiha anî ziman: "Rojane li gelê me jî dixe, lê dîsa jî em ê li hemberî her cure dagirkeriyê li ber xwe bidin, ruxmî ku av tune û kehrebe jî tune be, em ê li ber xwe bidin. Ji gelê me yên xwedî bîrên avê, bi ruhê komînal tevdigerin û ava bîrên xwe bi cîranên xwe re parve dikin. Komên taybet ên şaredariyan jî ji bo avê di nava gel de belav bikin, di nava liv û tevgerê de ne."
‘EM BÊ AV Û KEHREBE JÎ BIMÎNIN, EM DEV JI WARÊN XWE BER NADIN’
Aldar Hemî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze tola DAÎŞ’ê hilîne û got: "Dewleta Tirk cara ewil bi riya çeteyên xwe yên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir, lê Kobanê li ber xwe da û bi ser ket. Lewma ew jî dixwaze tola DAÎŞ’ê hilîne, gelê me yê berê xwe dide Bendavê rastî êrîşan tê. Di êrîşên nemerdane yên dagirkeriyê de gelek sivîl şehîd bûn. Em bêav û bêkehrebe jî bimînin, lê em Kobanê ber nadin. Ew cihê xizmetê dike hedef ku di zagonên navnetewiyê de qedexe ye. Lê her kes bêdenge û bê helweste li hemberî dagirkeriyê. Em jî bi şervanên xwe hene û em ê bi hêza xwe bi ser bikevin."
‘DEWLETA TIRK BI XWE TEROR E’
Jina bi navê Hacer Osman bilêv kir ku dewleta Tirk cihên di xizmetê gel de dike hedef û got: "Ev demek dirêje em bê av û kehrebe ne, bi qasî 200 hezar kes em bê av in. Hinek kes xizan in û nikarin avê bikirin, miqdarê kirîna avê bi qasî 50 hezar lîreyê Sûrî ye. Dewleta Tirk dibêje, ew li dijî terorê şer dikin, lê ew cihê avê, nexweşxane û cihê di xizmeta gel de dike hedefa xwe, ew bi xwe teror e."
‘DIVÊ DOZEKE NAVNETEWÎ LI ERDOGAN Û SÛCÊN WÎ BÊ VEKIRIN’
Anter Ehmed ragihand ku Erdogan rêveberê terorîstane, ew cihê gel dike hedefa xwe û got: "Pêdiviya me bi avê heye, kehrebe tune, ew li bendava tişrînê dide, ger ku bendav hilweşe jî wê bi milyonan mirov bimirin. Divê Erdogan di dadgeheke navneteweyî de bê cezakirin. Gelê me li bendavê ye û rojane rastî êrîşan tê. Dewleta Tirk êdî mirîşkên gel didize, gel talan û wêran dike, li cihê dagirkirî ev kiryar rojane tê kirin, destdirêjî li ser gelê me tê kirin. Divê êdî gelê me li dijî dagirkeriyê rabe."