Zubeyde Zumrut: Divê em sed hezaran bibin Strasbourgê

Hevserokê KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di civîna gel a li banliyoya Villiers Le Belê de axivî û got, “Beşdarbûna gel li çalakiya Strasbourgê jiyanî ye. Nebêjin ma yek kêm wê çi bibe? Divê em bi sed hezaran bibin Strasbourgê.”

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê Meşa Dirêj a 26 rojan hat destpêkirin, di roja 14’an de li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê berdewam dike. Piştî hevdîtinan, civîna gel hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut beşdarî civîna gel a li banliyoya Villiers Le Belê bû.

‘FELSEFEYA RÊBER APO WÊ ME BIGIHÎNE AZADIYÊ’

Meşvana Meşa Dirêj Saniye Tûnç  Saniye Tunç di civînê de axivî û got, “Ji bo em balê bikşînin ser eareta 26 salan a Rêber Apo em bi 26 kesan li 26 bajaran, 26 rojan bimeşin. Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Di qonaxa duyemîn a pêngavê de me got ku em ê encamê bigirin. BEm ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Heta ku Rêber Apo azad nebe yek ji me jî azad nabe. Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd zêdetirî 50 sal in têdikoşe. Felsefeya Rêber  Apo wê me bigihîne azadiyê.”

‘GELÊ ROJAVA BI ŞERVANÊN XWE LI BER XWE DIDE’

Hevserokê KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî wiha axivî: “Pêngava ku me di 10’ê Cotmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, di heman demê de ji bo jiholêrakirina komployê ye. Komploli dijî me hemûyan hate kirin. Komploya li dijî Rêber Apo, komploya qirkirina Kurdan bû. Di destpêkê de, berxwedana Serokatiya me û berxwedana gelê me û berxwedana gerîla komplo vala derxist. Di qonaxa ku em îro hatinê ew e ku em komployê têk bibin û azadiyz fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Her kes Rojava dipirse. Felsefeya Rêber Apo dipirse. Berxwedana 10 sal berê li Kobanêhate meşandin îro li Tişrîn berdewam dike.  Ruh heman ruh e. Li wir, gel bi şervanan re li ber xwe dide. Ev ruh ji felsefeya Rêber Apo tê. Em jî hêza xwe ji vir digirin. "

Zubeyde ZUmrut di dawiya axaftina xwe de banga beşdarbûna mîtînga di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin kir.