Trump dixwaze Xezeyê bi demdirêjî kontrol bike

Serokê DYE'yê Donald Trump roja Sêşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re li Qesra Spî civîna çapemeniyê lidar xist û têkildarî Şerîda Xezeyê daxuyaniyên balkêş dan.

Trump got, "Ez dibînim ku Xeze wê demdirêjî ji aliyê DYE'yê bê kontrolkirin û ev rewş wê aramiyeke mezin bîne Rojhilata Navîn."

CÔTE D’AZUR A ROJHILATA NAVÎN

Trump anî ziman ku ew dixwaze Şerîda Xezeyê ji nû ve ava bike û bike Côte d'Azur a Rojhilata Navîn.

Trump got, "Ev yek firsendeke awarte ye. Em dixwazin ji nû ve ava bikin" û diyar kir ku ew bawer dike ev proje wê aramiyê bîne herêmê.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî erênî nêzî plana Trump a li ser Xezeyê bû û anî ziman ku ev fikir dikare 'dîrokê biguherîne'. Netanyahu got, "Em li ser vê mijarê diaxivin û tîma Trump li ser dixebite. Ev plan hêja ye ku mirov bide pey" û pesnê Serokê Emerîkayê da ku "dikare dûrî qaliban bifikire."

AŞTIYA BI EREBISTANA SIÛDÎ RE

Trump û Netanyahu bal kişandin ser hewldanên ji bo asayîkirina têkiliyên navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê. Netanyahu diyar kir ku aştî ne tenê pêkane, di heman demê de dikare bi cih bê anîn. Trump jî got, "Dostê herî baş ê Îsraîlê yê li Qesra Spî hûn in" û pesnê Netanyahu da. Her wiha planên xwe yên çûyîna Îsraîl, Xeze û Erebistana Siûdî kir.