TJA: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê bişikê, azadiya wî ya fîzîkî wê pêk were!

TJA'yê diyar kir ku ji bo çareseriyê divê Rêber Apo azad bibe û got, "Li ser bingeha afirandina şert û mercên kar û jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan heta tecrîd bê şikandin em ê pêngava xwe dewam bikin."

DEKLARASYONA TJA'YÊ

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Jin ji bo azadiya Serokatî, ji bo çand û zimanê Kurdî, li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin” hemleyeke nû da destpêkirin. TJA’yê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li Amedê daxuyanî da. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya deklarasyonê ji hêla Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray û ya bi tirkî jî ji hêla Hevseroka TUAY-DER’ê Yeter Erel Tuma ve hate xwendin.

Deklarasyon wiha ye:

“Xelasbûna ji krîzên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine afirandin, encax bi pergala me ya konfederal a demokratîk a azadîxwaziya jinê pêkan e.

Rojhilata Navîn, îro bi rêya netew-dewletên serdest ên mêr û kapîtalîst,  bi destê sermayedarên ku wan bi rê ve dibin; bi qirkirina jinê, qirkirina çandî, înkar û îmhayê careke din bûye navenda şerê cîhanê yê 3’yemîn. Her çendî weke zemîna nakokiyên herî kûr ên şaristaniya ku xwedî dewlet e were dîtin jî, divê neyê jibîrkirin ku Rojhilata Navîn welatê hêzên modernîteya demokratîk ên ku modelên jiyana azad û wekheviyê afirandine û ji bo vê yekê berxwedaneke bêhempa meşandine ye. Bi bingeha xwe ya dîrokî ya çanda jina azad û bi cihêrengiya xwe ya ku berxwedana civakî zîndewar dike; ew heqîqet bi xwe ye ku em dijîn, dizanin, dibînin kêliya herî nêz a azadiyê di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê jî têkoşîna nûnerên îroyîn ên her du şaristaniyan a ji bo avakirina desthilatdariya xet û pergalên xwe yên îdeolojîk di asta herî nêzîk a serkeftinê de ye.

Aliyekî têkoşînê bi îdeolojiyên xwe yên olî, neteweperestî, zanistperestî û zayendperestiyê, dewletên netewe yên ku çavkaniya hemû krîzên civakî, aborî, siyasî û çandî yên li cîhanê ne, temsîl dikin. Sedema kiryarên ku li Rojhilata Navîn û Efrîqayê jinan qetil dike, her malekê vediguherîne pergala zindanê, bi awayeke sîstematîk tecawiz û qetlîamê li ser zarokan pêk tîne û sedema polîtîkayên ku jinan di bin navê azadiyê de îstîsmar dike, keda wan bêqîmet dike, wek meta dibîne û xizaniya jinê kûrtir dike, heman çavkanî ye, pergala modernîteyê ye. Bi geşedanên dawî yên ku li Sûriyeyê pêk tên, careke din hate dîtin ku bêyî xelasbûna ji zîhniyeta netewe-dewleta yekperest a modernîteya kapîtalîst, çareseriyeke mayînde ne pêkan e. Piştî hilweşandina rejîma Baasê,  Sûriye veguherî pêvajoyeke wisa ku hemû hêzên herêmî û hegemonîk hewl didin ku ji bo berjewendiyên xwe sîstemekê ava bikin lê dîsa têkoşîna gelan a azadiyê tê paşguhkirin.

Li aliyê din temsîliyeta paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk a demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk a ku li Rojava bûye parçeyeke ji jiyanê û zîhniyeta ku li ser vê yekê hatiye avakirin heye. Modernîteya kapîtalîst îro hewl dide ku me bifetisîne, hêza ku me ji vê tarîtiyê xelas bike û çareseriyê pêk bîne bê guman afirînerê vê fikriyatê, Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e ku ji bo azadiya jin û gelan modela jiyana nû bi perspektîfa neteweya demokratîk pêşkêş dike. Bi vê hêz û baweriyê jin û gelê Kurd ku pêşengên modernîteya demokratîk in careke din çarenûsa xwe radestî ti netewe dewletê nakin.

Tevgera jina Kurd, bi têkoşîna azadiyê,  xwe, civak û gerdûna ku tê de dijî watedar dike, bi rêya vê têkoşînê jiyana ku dixwaze bijî, rastiya xwe bi jiyana azad diyar dike. Jiyana demokratîk û azad a jin û gelan bi xelasbûna ji zîhniyeta modernîteya kapîtalîst a ku netew-dewlet xwe dispêrin, bi pergala konfederal a demokratîk a jinan pêkan e. Armanca Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku em tê de derbas dibin ew e ku vê îdeala jiyanê ji hiş û hestên gel û jinan derxîne û çanda jinê ji holê rake. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn her çiqas bi vî rengî neyê binavkirin jî, ev şerekî nehiqûqî û bêexlaqî ye ku li dijî jinan pêk tê.

Nîşaneya herî şênber a vê jî rejîma îşkenceyê a li Îmraliyê ye, ku bi komployeke navneteweyî ya ku di dîrokê de mînaka wê kêm e dest pê kir û encama polîtîkayên şer ên ev 26 sal in bê navber berdewam dike ye. Polîtîkayên qirkirinê yên ku êrişên qirkirina çandî kûrtir dike, hewl tê dayin ku pergala tecrîdê li her qadêm jiyanê de bê avakirin, gel ji bo fînansekirina şer, mehkûmê birçîbûn û xizaniyê dibin, li dijî rêhevaltiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan a bi jinan re, bi konsepta şerê taybet rasterast bedena jinê, jiyan, ked, çand û azadiya jinê hedef girt. Bersiva jinên ku her dem mehkûmî tundiyê ne, herî zêde bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû ne, ji ziman û çanda xwe dûr ketine û dixwazin di tarîtiya feodalîzmê de bên tunekirin zelal e; bi têkoşîna azadiya jinê re wê tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî pêk were.

Xeta têkoşînê ya bênavber ku ji ber komploya navneteweyî bi vê îdiayê didome, polîtîkayên tecrîdê bê encam hişt û di vê pergalê de deriyekî vekir. Piştî 44 mehên ku ji Îmraliyê tu agahî nedihat girtin, 3 hevdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêk hatin, encama têkoşîna ku bi pêşengiya jinan tê meşandin e.  Her çend bi hevdîtinan di nav hemû civak û jinan de hêvî û moraleke mezin ava kiribe jî lê tecrîd hê berdewam dike, vê yekê careke din nîşanî me da ku divê em têkoşînê bê navber û bi biryar bidomînin. Em daxuyaniyên heyeta partiya DEM’ê û deklarasyona wan a ku ji 7 xalê pêk tê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng dibînin. Ev îradeya çareseriyê wê ne tenê ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe çareserî, ji bo xelasbûyina ji qeyranên pergala gerdûnî jî bibe bingehê modela jiyana hevpar û azad. Ji ber vê sedemê jî divê hewldanên diyalogê yên ku pêk tên veguhere çareseriyeke mayînde. Rêya pêkanîna vê yekê jî hilweşandina sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan e.

Weke jinên TJA'yê em dizanin ku pêşengên vê pêvajoyê em in û bi vê pêngava ku me daye dest pê kirin, em daxwaza xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya birêz Ocalan bi çapemenî û raya giştî re parve dikin. Pêngava me li ser bingeha avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê, demokratîkbûna Tirkiyeyê û daxwaza azadî û wekheviyê ya jinan pêk tê, ji bo vê yekê em ê ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin û li ser vî esasî xwe birêxistin bikin.

Li ser vê bingehê;

* Em ê pêngava xwe heta şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, avakirina  şert û mercên xebat û jiyana wî ya azad  bidomînin.

* Di hemû dema pêşkeftinê de em ê li hemberî perspektîfên çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ve hatine pêşkêşkirin, xwe berpirsyar bibînin.

* Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo ku mafên gelê Kurd bi makezagonê pêk were, em ê bênavber têbikoşin.

* Em ê li dora perspektîfa çareseriyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, pêşkêşî gelên bindest û jinan, bi taybetî li Rojhilata Navîn dike, têkoşîneke hevpar bi rêxistin bikin.

* Li dijî her cure polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li ser ziman û çanda Kurdî berdewam dikin, em ê nirxên xwe yên çandî mezin bikin.

* Em ê erdnîgariya xwe ya ku hewl tê dayîn bibe navenda feodalîzm û paşverûtiyê, zarokên ku pêşeroja wan bi polîtîkayên qirkirinê tê tarîkirin, ciwan û jinên ku bûne hedefa şerê taybet, bi perspektîf civaka demokratîk biparêzin.

* Li ser bingehê tezên azadiya jinê û perspektîfên jinê yên Rêberê Gelê Kurd ku bingeha rizgariya ji qirkirina jinê û qirkirina çandî ye; em ê hişmendiya zayendî, hezkirina zayendî, jiyana azad û hişmendiya xweparastinê pêş bixin.

* Pêvajoya pêngava ku me daye destpêkirin heta ku em azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan li ser van hemû esasên têkoşînê pêk bînin wê bidome.

Gotinên efsûnî yên JIN JIYAN AZADÎ ya ku li hemû cîhanê belav bûye û bûye manîfestoya hemû jinên cîhanê, bangawaziya birêxistinkirina jiyana nû dike. Em jinên TJA’yê bi vê felsefeyê careke din bang li hemû gelên Tirkiyeyê, di serî de jin û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi fikir, dil û çalakiyên xwe beşdarî pêngava ku me daye destpêkirin bibin da ku ev pêvajo veguhere zemîneke ku em bi hev re destkeftiyên mezin û azadiyê bi dest bixin.”