KBC ji bo Mehmûd Onder peyama sersaxiyê weşand
KBC, ji ber wefata kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder peyamek weşand û got, "Bi taybetî, piştî vebûna MED TV me bi aslan, bi wê Kurdiya wî ya bedew li nûçeyan temaşe kir."
KBC, ji ber wefata kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder peyamek weşand û got, "Bi taybetî, piştî vebûna MED TV me bi aslan, bi wê Kurdiya wî ya bedew li nûçeyan temaşe kir."
KBC, ji ber wefata kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder peyamek weşand û got, "Bi taybetî, piştî vebûna MED TV me bi aslan, bi wê Kurdiya wî ya bedew li nûçeyan temaşe kir. Piştre jî bi bernameyên nûçeyan, cihekî xweş di dilê gel de girt."
Kongreya Gel a Mezopotamyayê (KBC) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, perwerdekar, sendîkavan, siyasetmedar, televîzyonkar û kedkarê mezin ê gelê Kurd rêzdar Mehmûd Onder, bi salan li dijî nexweşiya kanserê ya bê rehm têkoşiya.
KBC'ê diyar kir, vê nexweşiya bê rehm, ew li Danîmarkayê ji nava wan biriye û wiha dewam kir: "Piştî darbeya leşkerî ya faşîst a 1980'ê neçar ma derkeve derveyî welat. Weke şoreşgerekî li sirgûnê têkoşîna xwe dewam kir. Bi taybetî, piştî vebûna MED TV me bi aslan, bi wê Kurdiya wî ya bedew li nûçeyan temaşe kir. Piştre jî bi bernameyên nûçeyan, cihekî xweş di dilê gel de girt. Kedkarê mezin êdî li nava me nîne. Em gelekî pê êşiyan ku ji nava me koç kir."
Kongreya Gel a Mezopotamyayê ji malbatê, medya Kurd û hemû temaşekerên TV ên bi heyranî lê temaşe dikirin, sersaxiyê dixwazin.