Kaya: Girtiyên PKK û PAJK’î wê ji nasnameya xwe ya siyasî tawîzê nedin

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya daxuyaniyek da, diyar kir ku yek ji polîtîkayên esasî ya ku parçeyek ji konsepta şerê topyekun ê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne jî polîtîkayên zindanê ne.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya daxuyaniyek da, diyar kir ku yek ji polîtîkayên esasî ya ku parçeyek ji konsepta şerê topyekun ê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne jî polîtîkayên zindanê ne. Kaya destnîşan kir ku wê li hemberî vê siyaseta înkar û îmhayê ya li zindanan tê meşandin rawestin, got: “Em dixwazin baş bê zanîn ku di ti mijarê de em ê ji nasnameya xwe ya siyasî tawîzê nedin.”

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku dewleta AKP’ê, plana xwe ya qirkirina Kurdan ku ji Tirmeha 2015’an bi awayekî topyekun daye destpêkirin, her roj firehtir dibe. Kaya destnîşan kir ku dewleta AKP’ê ya di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn li hember berxwedanên dîrokî yên xwerêveberiyê ku gelê Kurd pêş xistiye, her wiha li beramberî pêngava şoreşgerî ya gerîlayan ji aliyê psîkolojîk ketiye, di hovîtiyê de sînor nas nake, got: “Dewleta bi hilweşîna hundirîn, bi têkçûna hêza artêş, polîsan nema dizane wê çi bike, li her qadê êrîşî gelê me dike, înfazên eşkere dike. Yek ji lingên esasî ya konsepta êrîşa topyekun jî polîtîkayên zindanê ne.”

Kaya di daxuyaniyê de ragihand ku AKP’e polîtîkayên sirgûn, êşkence, zextê her diçe kûrtir dike, ji ti pêkanînên derveyî mirovahî paşde namîne û bal kişand ser van xalan: “Dewleta AKP’ê ya qirker, yên nikarin li derve înfaz bike digire, li zindnan jî bêrûmetiyê, bêalîbûnê dispêre û dixwaze tesfiye bike

Dema sirgûnan de êşkence pêk tên, dema têketina girtîgehan de îtirafkarî, polîtîkayên serbixwebûnê, lêgerîna tazî, li gel xwe nasnameya girtî gerandinê, pêkanîna du kelepçeyan ferz dike; ev jî tê wateya êrîşa li ser nasnameya girtiyên siyasî.

Dema emeliyatê de li ser singa hevalê me Rizgar Tûran al hate çêkirin, Hevalê me Ergîn Aktaş tevî destên wî nînin û rapora wî ya dibêje nikare di girtîgehê de bimîne heye jî avêtin hucreyê. Gelek mînakên neyênî yên mîna vê asta hovîtiya van pêkanînan eşkere dike.

Em dixwazin baş bê zanîn ku emê li jî vê siyaseta înkar û îmhayê rawestin û di ti mijarê de em ê ji nasnameya xwe ya siyasî tawîzê nedin.

Li hember van pêkanînên desthilatdariya AKP’a faşîst ên li derveyî qanûn û hiqûqê divê ti sazî û dezgehên xwecihî, navneteweyî bêdeng nemînin. Em bang li tevahî dezgehên demokratîk dikin ku em li dijî van polîtîkayên îmhayê bi hev re têbikoşin.

Em li dijî polîtîkayên zindanê, heta 14’ê Tirmehê serî li CPT, Rêxistina Efûyê, Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM, TTB, baroyên hiqûqê yên herêmê bidin û gilî bikin. Divê malbatên me jî li hemberî van polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê bêdeng nemînin, pêwîst e ji bo tevahî girtiyan di vê pêvajoyê de serlêdanan û giliyan bikin. Divê baş bê zanîn, em wek girtiyên PKK û PAJK’î, em ê li dijî van pêkanînên zindanan, li dijî polîtîkayên înkarê berxwedana xwe di merheleya herî jor de bimeşînin. Em di rêça Kemalan, Sarayan û Semayan de ala azadiyê her tim bilind rakin.”