Katî Pîrî: Gelo di dorê de Enqere û Stenbol heye?

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî li dijî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê rawestiya. Pîrî got, "Gelo di dorê de çi heye? Dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Enqere û Stenbolê heye?"

Pîrî di ser hesabê Twitterê re peyama Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya li dijî qeyûm parve kir û got, "Şaredarê Stenbolê dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Kurd ên Amed, Mêrdîn û Wanê rexne kir. Bi dîtina min hemû şaredarên li Tirkiyeyê bi rengekî demokratîk hatine hilbijartin, newêribin bêjin jî bi heman rengî difirikin. Şaredarên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê pênc meh piştî hilbijartinê bi îdîa 'têkiliya xwe bi terorê re hene' ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Hurmet ji tercîha gel re nîne. Gelo di dorê de çi heye? Dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Enqere û Stenbolê heye?"