Kartal: Di vê pêvajoyê de divê Kurd bêtir xwedî li Ocalan derkeve
Hevserokê KONGRA GEL Kartal pêvajoya heyî weke 'pêvajoya çarenûsê' bi nav kir û bang li hemû Kurdan kir ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.
Hevserokê KONGRA GEL Kartal pêvajoya heyî weke 'pêvajoya çarenûsê' bi nav kir û bang li hemû Kurdan kir ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Rennes ê Fransayê civîneke gel hate lidarxistin û zêdeyî sed kes tevlî bûn.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li vê civînê axivî û got, "Bi faşîzma Erdogan re dewleta Tirk têk diçe. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan jî bi ser dikeve." Kartal diyar kir, gelên Rojhilata Navîn paradîgmaya Ocalan pejirandine û ev yek jî Erdogan bi hêrs dike.
'TIFAQÊN ERDOGAN WÊ TÊK BIÇIN'
Remzî Kartal got, Erdogan ê li Rojhilata Navîn, Ewropa û gelemperiya cîhanê winda kiriye, li ser bingeha dijminatiya li Kurdan ketiye nava êgerîna li tifaqa bi Îranê re û destnîşan kir, ev tifaq jî wê têk biçe.
Kartal diyar kir, pêvajoya heyî 'pêvajoya çarenûsê' ye û anî ziman, polîtîkayên li ser Kurdan hatine ferzkirin têk çûne, bi Şoreşa Rojava re Kurd bûne xwedî hêzekeke demokratîk û ev hêza demokratîk jî veguheriye hêviya hemû gel û baweriyan.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir, ku pêwîste Kurd di vê pêvajoyê de hê bêhtir xwedî li Ocalan derkevin û ji bo azadiya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.