Kartal banga tevlîbûna çalakiyên li dijî DAIŞ kir

Kartal banga tevlîbûna çalakiyên li dijî DAIŞ kir

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal ji bo çalakiya rûniştinê ya du rojan a li Bruksel bi armanca şermezarkirina bêdengiya welatên Ewropa, Parlamentoya Ewropa û Yekîtiya Ewropa  ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê û hestiyariya pêwîst bê avakirin, bangawazî kir.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal di daxuyaniya nivîskî de ji bo çalakiya rûniştinê ya 24-25’ê Îlonê li Bruksel cihê ku saziyên Yekîtiya Ewropa lê ne banga tevlîbûna girseyî kir.

Kartal got: “Gelê me ku bi awayekî girseyî tevlî çalakiya rûniştê bibe pir girîng e. Em bang li gelê me yê li Elmanya, Fransa û Belçîka dimînin dikin da ku bi awayekî bi hêz tevlî çalakiya du rojan bibin.” Kartal diyar kir dive ti hincet li pêşiya tevlîbûna çalakiyan nebe asteng.

Kartal got: “Tevlîbûna bi hêz a gelê me ji bo encamwergirtina ji çalakiyê wê pir girîng be."

Adresên çalakiyên 24-25’ê Îlonê saet di navbera 11.00-16.00’an de bên lidarxistin wiha ne:

24’ê Îlonê: Robert Schumanplein, 1000 Brussel – Belgien

25’ê Îlonê: Luxemburgplein, 1050 Elsene – Belgien