Karkerên TURK ÎŞ: Em li gel çalakiya nobedê ne

Karkerên Îzmîrê diyar kirin ku çalakiya nobedê daxwazên hejar û karkeran qîr dike û gotin: “Divê hemû kedkarên Îzmîrê cih li Nobeda Wijdan û Edaletê de bigirin.”

Karkerdên Tum-Tîs ên girêdayî Sendîkaya Karkerên Hilgirtina Tum ên beşdarî çalakiya Nobedê ya HDP’ê ya li Qada Gundogdu ya Îzmîrê bûn û piştgiriya xwe nîşan dan. Ji karkeran Hasan Sari, Fedel Karabakan û Reyîs Mengu desnîşan kirin ku divê yên herî zêde piştgiriyê bidin çalakiya Nobed û Wijdanê karker û kedkar bin.

‘BEŞDARBÛNA ÇALAKIYÊ EREKEKE’

Ji karkeran Hasan Sari, diyar kir ku destekê didin berxwedana HDP’ê, diyar kir ku beşdarbûna karkeran a ji bo vê çalakiyê erkeke çînî ye. Sari diyar kir ku çalakiya nobedê têkoşîneke bi maf e, bal kişand ku ev çalakî çalakiya hemû beşên civakê ne. Sari bibîr xist ku ne wisa be her roja diçe wê xirabtir bibe û çîna karker di bin gefan de ne. Sari diyar kir ku desthilat dixwaze civakê parçe bike û ji bo xwe bixîne rewşa koleyan. Sari herî dawî anî ziman ku weke karker li dijî vê zilmê wê li gel HDP’ê û destekê bidin çalakiya nobedê.

 ‘LI DIJÎ BÊMAFÎ Û BÊHEQIYÊ EM Ê LI GEL HEV LI BER XWE BIDIN’

Fîdel Karabakan ê ku diyar kir ku her demê çîna karker li dijî bêmafî û bêhiqûqiyê derketiye wiha pêde çû: “Dema ku bêedaletiyek derket ê yekem êşa wê bikişîne çîna karker in. Gava yekem a faşîzmê her demê çîna karker bûye. Karabakan destnîşan kir ku pêvajo dide nîşandan ku xwedîderketina li çalakiya HDP’ê weke erkekê yê her kesê ye, li ser vî bingehî em ê di nava berxwedanê de cih bigirin”

‘WEKE TUM-TÎS HETA DAWIYÊ EM LI GEL HDP’Ê NE’

Reyîs Mengu jî diyar kir ku li welat edalet nemaye, heq û mafê karkeran ji destê wan hatiye girtin, bi biryardarî heta dawiya çalakiya HDP’ê em ê destek bikin. Mengu destnîşan kir ku TUM-TÎS a ku di nav TURK-ÎŞ de cih digire, wê heta dawiyê cih li gel vê çalakiyê bigire.Mengu daxwaz ji hemû sendîka, rêxistinên kesdê û demokrasiyê kirin ku beşdarî çalakiyê bibin.