Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) û Meclîsa Jinê ya DEST-DAN li paytexta Elmanya Berlînê li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û hilbijartina 24'ê Hezîranê civîna gel organîze kirin. Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim, Parlamenterê Partiya Çep ê Eyaleta Berlînê Hakan Taş û Hevşaredarê Gimgimê Huseyîn Guneş tevlî civînê bûn.
Parlamenter Yildirim di destpêka civînê de axivî û destnîşan kir ku bêyî Kurdan herêm aram nabe. Yildirim bal kişand ser erk û wezîfeya di vê pêvajoya dîrokî de dikevin ser milê HDP'ê.
Yildirim got, "Em ne partiyeke ku tenê navendeke xwe, rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan hene. Partiya me ji vê wêdetir xwedî wate ye. Dibe ku 59 parlamenter û 100 Hevşaredarên xwe hebin, lê belê divê neyê jibîrkirin ku çîroka vê serketinê keda bi sed hezaran û milyonan e. Çi dibe bila bibe em ê li ser vê şopê bin. Li derveyî welat, li Ewropayê, li Kurdistanê em ji gelê xwe piştrast in."
Parlamenter Yildirim da xuyakirin ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de wê li dijî du tifaqên paşverû têbikoşin û got, "Ya yekê AKP-MHP û BBP ye, ya din jî CHP, Iyi Partî û Saadet e."
Yildirim işaret bi girîngiya karên li Ewropayê kir û ev bang li hilbijêran kir: "Bi ya me, li vê derê zextek ji Tirkiyeyê kêmtir heye. Di vê hilbijartinê de divê karê we ne tenê dengdan be. Ji vê jî wêdetir gelek kar hene ku hûn dikarin bikin.
Di vê serdema dîrokî de ya em ê li hesretê bimînin û careke din nikaribin welatê xwe bibînin, ya jî em ê bi keda xwe roja 24'ê Hezîranê welatekî bi azadiya mayinde bi hev re biafirînin. Ji bo vê jî divê hûn mirovên ku heta niha silav nedanê jî îqna bikin û bibin ser sindoqê."
Parlamenterê Partiya Çep ê Eyaleta Berlînê Hakan Taş jî diyar kir, yekane partiya ku çand, nasname û nêrînên cuda lê heye HDP ye û got, "Partiyeke ku ampûla xwe teqiya ye, nema dikare Tirkiyeyê ronî bike. Ji bo Kurdistan û Tirkiyeyeke demokratîk û ronî em 24'ê Hezîranê bi hev re biçin ser sindoqan û wan têk bibin."
Hevşaredarê Gimgimê Huseyîn Guneş jî ji her kesî xwest ku ji bo azadî, aştî û demokrasiyê xwedî li HDP'ê derkevin û got, "Weke ewladên vî gelî me ti carî serê xwe li ber dewletê netewand, em ê ji niha û pê ve jî netewînin."