Karayilan: Azadkirina Rêber Apo erka rûmetî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erka rûmetî ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî û ji bo mîtînga 4'ê Mijdarê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ku wê bi dirûşma "Em ê rê nedin faşîzmê" bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Axaftina Karayilan wiha ye:

"Rêber Apo ne tenê şexsek e. Roja îro formasyona Rêber Apo ji yê kesekî pir zêde firehtir bûye û ji kesekî derketiye. Rêberê gelekî ye. Îradebûna gelekî temsîl dike. Ji bo me, ji bo gelê me rûmet e. Rûmet û erkeke ku em Rêber Apo azad bikin. Ev deynê stûyê me ye. Em wekî netewe ku dixwazin li ser vê axê bi serfirazî bijîn û azad bibin ev nebe nabe. Divê wisa nêzîkbûn bi pêş bikeve. Jixwe dijmin jî wisa digire dest.

Dijmin ji bo pêşeroja gelê me tarî bike, sîstema Îmraliyê ya êşkenceyê bi pêş xistiye. Ji bo îradeya gelê me bişkîne, gelê me teslîm bigire ev sîstema êşkencê ya Îmraliyê lidar xistiye. Ji bo vê yekê, ev sîstema Îmraliyê bi esasî sîstema qirkirina gelê Kurd e. Sîstema qirkirinê ye. Dagirkeriya Tirkiyê di pêşengiya Erdogan de li dijî gelê me şerekî qirkirinê dimeşîne û di vê çarçoveyê de li Îmraliyê sîstema bi pêş xistî di dinyayê de çi hempayê xwe nîn e. Li wir ne qanûn heye, ne nîzam heye, hîç tiştek yasayî nîn e. Dewleta Tirk, berde qanûnên navnetewî, qanûnên xwe jî binpê dike. Çima wisa dike? Ji bo ku encam bigire. Şerek li wir heye. Ev têkoşînek e. Û dem bi dem jî hinek nûçeyên derewîn derdixe ji bo psîkolojiya gelê me xira bike. Niha nezaniyek heye, du sal in em nizanin çi heye. Gel ji me dipirse, em dibêjin tiştek nîn e. Yanî ji bo vê tenê tiştek heye; em bi her şêwazî têkoşîn bikin! Têkoşîna azadiya Rêber Apo têkoşîna azadiya Kurdistanê giştî ye. Êdî ji hev cuda nabin. Têkoşîna azadiya Rêber Apo têkoşîna li dijî siyaseta dagirkeriyê ya qirkirinê li ser Kurdistanê ye. Ev erka me hemûyan e, erka her kesekî welatparêz û demokrasîxwaz ê li Kurdistanê û Tirkiyê, li herêmê jiyan dibe ye. Di serî de erka me milîtanan e. Divê em di ferqa erka xwe de bin.

LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BERPIRSYARIYA DYA Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ HEYE

Xisûseke din jî, di vê kiryara dewleta Tirkiyê dike de berpirsiyariya hêzên navdewletî heye. Berpirsiyariya Amerîka, berpirsiyariya Yekîtiya Ewropa heye. A niha gelê me li pêşiya CPT xwepêşandanan lidar dixe. Rast e, berpirsiyariya CPT, berpirsiyariya Konseya Ewropa tê de heye. Çima? Ji ber ku di êsîrgirtin, revandin û pêşxistina komploya navdewletî de rola van dewletan heye. Ev yek. Ya duyemîn; wekî tê zanîn niha li Rojhilata Navîn şerekî wekî şerê cîhanê yê sêyemîn heye û belayek mezin ji bo tevahî mirovahiyê bi navê DAIŞ û El-Nûsra hat peydakirin. Bela tenê ne DAIŞ e, yek jî El-Nûsra, hêzên bi navê Selefî û hwd. jî hene. Ev bela ji bo tevahî mirovahiyê xeter bû. Ma ne van hêzan li Fransa çiqas çalakî kirin, li Amerîka, Almanya û li gelek deverên Ewropa çalakî kirin. Dinya hemû ji ber vana ket nav tirs û xofekê.

BI NÊRÎNÊN RÊBER APO, DAIŞ HATE TÊKBIRIN

Baş e, kî li dijî wan şer kir? Şoreşa Rojava kir. Paytexta DAIŞ'ê milîtanên Şoreşa Rojava QSD, YPG û YPJ'ê rizgar kirin, DAIŞ li erdê dan. Belê ev di pişt kî de ye? Ev di pişt şervanên li wê derê şer dikin de çêbû. Ew şervan ji kî îlham digirin? Ji îdeolojiya kî ev cesaret girtine? Ew jinên di nav refên YPJ'ê de bi fikir û ramana kî wisa hêz girtine û têkoşîna azadiyê bi pêş dixin? Divê herin, vê ji wan bi xwe bipirsin. Ew bi fikir û ramana Rêber Apo gihîştine wê qudretê ku, dikarin li dijî DAIŞ'ê bi îrade û cesaretek mezin bisekinin.

Wekî Tirk dibêjin, PKK ne li wir e. Dewleta Tirk dibêje ya, “Ew PKK ne.” Na, ew ne PKK ne, ew ciwanên Kurd in, Asûrî, Sûryan in, Ereb in. Tu eleqeya wan bi PKK'ê re nîn e, lê wana pirtûkên fikir û ramanên Rêber Apo xwendine. Ruh û fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe kirine rêbaz, wisa îrade qezenc kirine. Ango niha yên li dijî terora DAIŞ'ê disekinin, bi çeteyên DAIŞ û El-Nûsra re şer dikin bi fikir û ramana Rêber Apo şer dikin, mirovahî hemû ji vê belayê rizgar kirin. Lê mirovahî jî li êşkenceya li ser Rêber Apo tê meşandin, temaşe dike. Berpirsiyariya wana jî heye. Kengî şerê li dijî DAIŞ'ê di Rojava de ber bi zaferê ve çû, wê çaxê AKP'ê pêvajoya çareseriya demokratîk sekinand, diyaloga bi Rêber Apo re qut kir, tecrît li ser Rêber Apo bi pêş xist û ev êşkence meşand. Yanî yek sedema xwe jî; çima di Kobanê de şer çêbû, çima Girê Spî hat rizgarkirin? Ma ne wana hincet raber kirin ku gotin, “xeterî li dijî me çêbû.” Yanî Erdogan û rejîma dewleta Tirk Rêber Apo tawanbar dibîne, ji ber wê îro tecrît û êşkenceyek giran li ser heye. Lê Rêber Apo bi vê hewldana xwe, bi vê fikir û felsefeya xwe çi kiriye? Mirovahî ji belaya herî mezin a DAIŞ û El-Nûsrayê rizgar kiriye.

DIVÊ CPT BI BERPIRSYARÎ RABE

Ji bo wê em li vir careke din bang li rayedarên Amerîka û Yekîtiya Ewropa dikin ku, di vê xisûsê de li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin. Ew jî berpirsiyar in. CPT ji bo her kesî CPT ye, lê ji bo Kurdan an jî ji bo Rêber Apo qet ne tiştek e. Xwe ji wê rolê derxistiye. Diçe Îmraliyê ziyaret dike û tê, tiştekê ji kesî re nabêje, yan jî naçe. Ma ne ev sazî ji bo li kîjan devera cîhanê dema yekî mafê mirovatî binpê kir, dema hinekan nikarîbû bi malbatên xwe re têkilî çêbikira, dema rûmeta mirovahiyê binpê bû, here mudaxele bike, heye. Belê çima li Îmraliyê vê nake, li berpirsiyariyên xwe xweyî dernakeve? Ji bo wê divê gelê me van hêzên navdewletî jî di vê çarçoveyê de berpirsiyar bibîne. Em jî bang dikin ku, ev hêz li berpirsiyariyên xwe xweyî derkevin. Ji ber di van kiryarên ku dewleta Tirkiyê dike de rol û berpirsiyariya wana jî heye, divê li hember derkevin û bibin xwedan helwest.

PÊWÎSTE ÇALAKIYÊN JI BO XWEDÎDERKETINA LI RÊBERTÎ BÊN MEZINKIRIN

Di vê çarçoveyê de niha gelê me hewldanên xwe hene. Di serî de li Ewropa û li beşên din ên Kurdistanê her çiqas kêm be jî, hewldan heye, xwedî derketin, çalakvanî heye. Divê ev çalakî hîn xurt bibin, geş bibin. Divê em bi cesaret li Rêber Apo xwedî derkevin. Bi taybetî Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirkiyê bi salan bi Rêber Apo re diyalog meşand, musteşarên xwe çûn û pê re rûniştin û wekî nûnerê Kurd, wekî temsîla doza Kurd dîtin. Piştre ji ya xwe vegeriyan, vê carê jî tecrît û êşkence bi pêş xistin. Yanî wana bi xwe fermî qebûl kirin, demekê methê Wî jî kirin. Wê çaxê gelê me yê li Bakur divê rihet, bi hêsanî lê xweyî derkeve û bibêje, “Em li Rêberê xwe xweyî derdikevin. We jî berê qebûl kir, a niha ji bo me esas e.” Yanî gelê me yê Bakur divê bizanibe, ev êşkenceya li Îmraliyê ji bo gel bêdeng bikin tê meşandin. Ji bo wê divê em bêdengiyê bidawî bikin, di vê wateyê de serî rakin, li xwe xweyî derkevin. Li Rêbertiyê xwedî derketin, li xwe xwedî derketine.

JI BO MEŞA 4'Ê MIJDARÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Ya din jî, li Ewropa hinek saziyên demokratîk û saziyên demokratîk ên gelê Kurd di 4'ê Mijdarê de li Dusseldorfê, bi dirûşmeya “EM RÊ NADIN FAŞÎZMÊ!” wê mîtingekê lidar bixin. Banga min ew e ku, tevahî gelê me yê welatparêz ê li Ewropa beşdarî wê mîtîngê bibe. Ev dikare ji bo kiryarên li hemberî Rêber Apo bibe wesîleya derketineke mezin. Ji bo êrîşên li ser Rêber Apo dikare bibe mîtîngeke mezin û di dinyayê de deng vede. Ji bo vê, li her devera Ewropa divê welatparêzên Kurdistanî beşdarî vê mîtîngê bibin, di wir de helwesta xwe hîn zêde eşkere bikin, ji bo ku dinya hemû bibîne gelê Kurd çawa li Rêberiya xwe, li rûmeta xwe, li pêşeroja xwe xwedî derdikeve. Di vê xisûsê de gelê me yê li Ewropa divê bi xurtî beşdarî vê mîtîngê bibe.

KAMPANYA JI BO ŞIRNEXÊ GIRÎNG E

Kampanya alîkariyê ya ji bo gelê me yê Şirnexê jî mijarek e ku gelê me yê li Ewropa eleqedar dike. Di aliyê Heyva Sor a Kurdistanê de ji bo bi hezar malbatên Şirnexê re bibe alîkar kampanyayeke malbatên xuşk û bira hatiye pêşxistin. Ev bi rastî tiştekî pir hêja ye, pir birûmet e.

Gelê me yê li Ewropa heya niha di vê der heqê de bi rastî fedakarî kiriye û rolek lîstiye. Lê berdewamiya vê rolê wê hîn zêde rûmeta xwe xurt bike. Tê zanîn ku, beriya vê kampanyayên wisa yên malbatên xuşk û bira bi pêş ketin, xelkê me yê li Ewropa bi xurtahî beşdarî wê kampanyayê bûn, ji bo malbatên Şirnex, Cizîr, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Sûrê malbatên xuşk û bira hatin sazkirin û alîkarî ji bo wan berdewam e. Ev tiştekî bi rastî rûmeta xwe zêde ye, ji ber ku helwesteke li hev xwedî derketinê, mirovheziyê ye û helwesteke neteweyî ye. Ji bo wê pir watedar e.

Di vê çarçoveyê de niha du bangên me hene: Banga yekê; ev kampanya par dest pê kirî, heya salekê bû. Malbatên xuşk û bira heya salekê bûn. Banga me ew e ku, ev projeya malbatên xuşk û bira saleke din berdewam bibe, ev kesên welatparêz ên hêja yên li Ewropa vê alîkariya xwe ji malbatên ku pê re xuşk û biratî çêkirî, saleke din jî berdewam bikin. Banga me ya duyem; ji bo Şirnexê, bi taybetî ev kampanya nû vebûyî ku hezar malbatên din bikin malbatên xuşk û bira, ji Ewropa piştevanî jê re bê kirin. Banga me ya duyem jî ev e.

ŞIRNEX BI ZANEBÛN HATE HILWEŞANDIN

Çima Şirnex? Rejîma AKP'ê, dewleta Tirk çima bi taybetî li ser Şirnexê disekine? Şirnex bajarekî wekî navenda Botanê ye. Her kes dizane ku Botan kelha berxwedanê ye. Di têkoşîna me de cihekî xwe yê wisa heye. Ji bo wê jî dewleta Tirkiyê di vî bajarê Botanê de dixwaze îradeya gelê Şirnexê biperçiqîne, teslîm bigire, ji bo ku bibêje va ye min di navenda Botanê de xwe hakim kir; wateya vê, ez ê di hemû Kurdistanê de hakim bibim. Bi esasî bi vê armancê bi siyaseteke taybet nêzîkî Şirnexê dibe. Mesela, bajarê Şirnexê di şer de zêde xirab nebû. Di şer de dewleta Tirk herî zêde li Şirnexê derbe xwar û ev rast bû. Lê bajar ewqas xirabe nebû. Piştî şer sekinî ku gerîlayên li wê derê derketin, paşve kişiyan û şûn de bi kepçeyan ketinê û bajar gişt xirabe kirin. Beriya wê pir hindik mal xirabe bibûn. Ev ji çi tê? Ev ji wê siyaseta wan a şerê taybet tê. Ew wekî şerê taybet bi şêwazekî taybet li ser Şirnexê disekinin, dixwazin bi wî awayî îradeya gelê me yê hêja yê Şirnexê bişkînin. Ji ber ku ew gel li wê derê îradeyekê raber dike. Mesela, dixwaze Şirnex wir terk neke, gel li wir bi cih bikin, lê va ye zivistan hat, gel wê çawa bijî? Mal tune ye, cih tune ye û dijmin dibêje, îleh ez ê bi xwe xaniyan çêbikim! Dixwaze di wan bînayan de wekî hepsê kamerayan têxe derî, têxe malan, têxe her derekê û kî çi bibêje bibihîse, kî bi ku derê de here bibîne, dixwaze wekî hepseke servekirî bike. Ji bo wê jî bi awayek pir mafdar gelê me dibêje, em nakevin wan malên ku TOKÎ ava bike. Gelê me mafdar e. Çima mafdar e? Ji ber ku ew xanî wekî zîndanê ne. Ji bo kontrolê çêbike van xaniyan çêdike. Wekî din ma dewleta Tirk ewqas ji Kurdan hez dike ku hemû bajarên Kurdan, Sûrê, Şirnexê, Nisêbînê xirabe dike û li şûnê bînayan çêdike! Çima? Ji bo wana bixe bin kontrolê dike.

Tê gotin, berê li Iraqê, Vîetnamê û li gelek deverên din wisa bibû. Ev dewletên dagirker ji bo ku xelkê wan deveran bixin bin kontrolê gundên stratejîk çêkirine. Li Kurdistana Başûr jê re dibêjin “tecemmû'i”; yanî xelkê gişt tînin gel hev. Mesela, 40-50 gundan tînin gel hev, nifûs dibe dor 20-30 hezar, gundên wisa çêdikin û li derdora wan jî qereqolan ava dikin, çavdêrî dikin ji bo têkiliyên wan ên bi şoreşê re qut bikin û wana teslîm bigirin. Dewleta Tirk jî ev tişt berê pir nîqaş kirin, feqet hewceyî bi vê nedîtin, gund hemû vala kirin. Mesela, niha li dor her bajarekî çend gund hene? Ji sê-çar gundan bêhtir gund tune ne. Hemû gund şewitandin, vala kirin. Hîç hewceyî nedîtin gundên stratejîk ava bikin. Ji ber nikarin bajêr vala bikin, a niha dixwazin di nava bajêr de ava bikin. Gund vala kirin, lê bajar jî vala bibe wê tevahî dinya şaş bimîne. Ji bo wê niha hewl didin di bajêr de wekî gundên stratejîk ên modern ava bikin. Çawa? Wisa bikin ku, kî di wir de çi bike, pê bizanibin. Yanî kontrolê çêbikin. Ma zîndan çi ye? Ma ne xistina bin çav e, bin kontrolê ye? Ew dixwazin bi van bînayên TOKÎ wisa bikin, xelkê me bixin bin çavan. Yanî wekî hepseke servekirî be. Dewleta Tirk wisa bi şêwazekî taybet nêzîkî Şirnex dibe.

Wê çaxê divê welatparêzên me jî, em wekî Tevger, wekî gel û welatparêzên me yên li Ewropa jî hinekî taybet nêzîkî Şirnexê bibin. Ev berxwedana gelê me yê Şirnexê ku dixwaze xwe bi xwe be û îradeya xwe teslîmî kesî neke tiştekî pir hêja û pîroz e. Divê xelkê me yê li Ewropa jî piştevaniya vê helwestê bike, wisa beşdarî vê kampanya hezar malên xuşk û bira bibin.