Karasû: PKK û PDK di çar sernavên bingehîn de li hev kirin

Karasû: PKK û PDK di çar sernavên bingehîn de li hev kirin

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû der heqê mutabakata rojên bihurî ya navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de agahiyên girîng da û destnîşan kir ku wan bi PDK'ê re li ser çar sernavên bingehîn li hev kirine. Karasû ragihand ku hevdîtina li ser mijarê berî çend mehan dihat plankirin, lê belê ji ber hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê û pirsgirêkên di xebatên Kongreya Neteweyî de paşve hatiye xistin. Karasû destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber ku naxwaze PYD xurt bibe, li Rojava rê li ber tengezariyê vedike. Karasû da xuyakirin ku daxuyaniyên Barzanî yên li ser Rojava û PYD'ê ev tengezarî zêdetir kiriye û di encama vê hevdîtinê de ev tengezarî ji holê rabûye. Karasû da zanîn ku gelek xwezayiye di pêvajoyên şoreşgerê de hin hêz derkevin pêş û got, "Lingê girîng ê lihevkirinê Rojava ye."

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû mutabakata navbera PKK û PDK, beriya Cenevre-2 asta amadekariyê ya Kurdan û xebatên Kongreya Yekitiya Neteweyî ji ANF'ê re nirxand.

‘CIVÎNA HEWLÊRÊ YA 2011'AN BI TEŞWÎQA ME ÇÊ BÛ’

Karasû da xuyakirin ku wan timî xwestine, hemû rêxistinên Rojava li gel hev bimînin û bi hev re têbikoşin û got, "Ne tenê ji bo Rojava, mi dîtina me divê hemû tevgerên Kurd ên li parçeyên din bi hev re tevbigerin. Bi taybetî eger hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên weke PDK, YNK, Goran û Îslamî li gel PKK'ê bi hev re tevbigerin, di mijara Rojava de helwesteke hevpar nîşan bidin, dê ev yek di demokratîkbûyîna Sûriye û çareseriya pirsgirêka Kurd de encameke girîng bi xwe re bîne. Em timî di nava nêzîkatiyeke bi vî rengî de bûn.

Di vê çarçoveyê de me teşwîq kirin ku di sala 2011'an de li Hewlêrê di bin sîwanê Desteya Bilind de lihevkombûnek çê bibe. Bingeha vê hevdîtinê, bi ked û teşwîqa me çê bû. Me hewl dan der heqê Rojava de PDK, YNK, Goran, Îslamî û hemû tevgerên din bi hev re tevbigerin. Di encama vê de jî mutabakata Hewlêrê derket holê, Desteya Bilind ava bû. Vê gavê li Rojava rê li ber destketiyên girîng vekir."

‘ÇAWA KU LI BAŞÛR PDK Û YNK DERKETIN PÊŞ, LI ROJAVA JÎ PYD DERKET PÊŞ’

Karasû bal kişand ser ezmûnên şoreşgerê yên li gelemperiya cîhanê û destnîşan kir ku di pêvajoyên şoreşê de gelekî xwezayiye ku partiyek derkeve pêş. Karasû got, "Çawa ku bi pêşketinên li Başûrê Kurdistanê re PDK û YNK derketin pêş, li Rojava jî gelekî xwezayiye ku PYD derketibe pêş. Lê belê hin hêzên li wê derê xwe li vê ranegirtin. Bi taybetî Tirkiyeya ku naxwaze PYD li wir bi hêz bibe, ket nava hewldanan."

Karasû ragihand ku PDK bi nêzîkatiyeke hegemonîk a "li hemû parçeyan ez bibim desthilatdar" û bi piştevaniha Tirkiye û hêzên navneteweyî re bi xwe piştrast bû ku li Rojava bibe serdest û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li ser vê bingehê tengezariya navbera PYD û rfêxistinên din, PYD û PDK'ê hat zêdekirin. Em nabêjin ku PYD ti carî şaşitî nekiriye, em nabêjin ku her tişt rast kiriye. Kêmasiyên PYD'ê çê bûn, lê belê bi nêzîkatiyên rast ev kêmasî dikarîbû bihata çareserkirin. Nebû, tengezarî bêtir hat zêdekirin. Di taliyê de jî Barzanî rabû hin daxuyaniyên ne rast ên digot, "Li Rojava şoreş nîne, desketiyên li wê derê ji aliyê rejîma Esad ve hatiye dayîn" bilêvkir û bi vê nêzîkatiya ku dûrî hurmeta ji şoreşa mezin a gel, dûrî têkoşîna mezin û berdêlên giran ên hatine dayîn e, tengezarî zêdetir kir. Ev nêzîkatî ne rast bû. Ji ber vê yekê, ji bo ev pirsgirêk çareser bibe û tengezarî hîn bêtir mezin nebe, em ketin nava hewldanan."

‘HEVDÎTINÊN PKK-PDK ÇEND MEH BERÊ HATIN PLANKIRIN’

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da zanîn ku hevdîtina navbera PKK û PDK'ê berî niha bi çend mehan hatibû plankirin û anî ziman ku di vê hevdîtinê de ne tenê mijara PYD'ê di heman demê de dihat plankirin ku têkiliyên PKK û PDK'ê, rewşa Başûr û Bakur werin nirxandin. Karasû got, "Lê belê hilbijartinên li Başûr ketin navberê, piştre jî ji ber pêknehatina Kongreya Neteweyî, paşve ket. Me ji aliyê xwe ve nexwest ku ev tengezarî dewam bike. Ji ber vê yekê jî di rewşeke ku tengezarî gelekî zêdebû de, me di asta bilind de hevdîtin kirin. Bi pêkhatina vê hevdîtinê re, pirsgirêka li Rojava jî bi awayekî xwezayî hat rojevê."

‘ME DI 4 SERNAVÊN BINGEHÎN DE LI HEV KIRIN’

Karasû diyar kir ku di vê hevdîtinê de 4 sernavên bingehîn de li hevkirin pêk hatiye û di vê mijarê de wiha peyivî:

"Hevdîtina me li ser 4 sernavên bingehîn pêk hat. Têkiliyên PKK-PDK, rûdan û pêşketinên li Rojava, pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakur Rêberê me daye destpêkirin û rewşa Başûrê Kurdistanê, kongreya neteweyî hatin nirxandin. Di van her çar mijaran de lihevkirin çê bû. Di destpêka van mutabakatan de, çareserkirina pirsgirên li Rojava, di çarçoveya yekitiya neteweyî de peydakirina rêyên çareseriyê û bi helwesteke hevpar re çûyîna Cenevreyê, cih girtin. Ji bo rêxistinên li Rojava têkiliyên navbera xwe sererast bikin PKK û PDK'ê li hev kirin ku alîkariyê bikin. Pêkhatina civînên rêxistinên Rojava li Hewlêrê, encama vê lihevkirinê ye.

Di vê mutabakatê de PKK'ê nêrînên xwe anî ziman. PDK'ê jî. Kes li ser navê kesî neaxivî. Ji xwe ne rast e ku ne em ne jî PDK li ser navê PYD'ê biaxive. Me hewl dan di çareseriya pirsgirêkan de teşwîqê bikin û alîkariyê bidin. Hêzên bingehîn ên pirsgirêkê çareser bikin, hêzên Rojavayî ne. Em hevdîtinan bi awayê giştî, erênî dibînin."

‘LINGÊ GIRÎNG Ê LIHEVKIRINÊ, ROJAVA YE’

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku lingê girîng ê lihevkirinê Rojava ye û got, "Eger li Rojava yekitiya neteweyî ya Kurdan pêk neyê, di vê çarçoveyê de têkiliyên navbera tevgerên Kurd de nerm nebin, sererast nebin, dê ev tengezarî li parçeyên din ên Kurdistanê jî belav bibe. Rojava mîna Fîlîstîna Kurdan e. Çavkaniya moralê gelê Kurd e. Em bi vî rengî nêzî Rojava dibin. Biçûk e, lê hêz daye hemû parçeyan. Ji ber ku Rojava parçeyê biçûke, parçeyên din ên Kurdistanê li pêşberî wê xwedî berpirsyariyan e, divê wê bi tenê nehêlin. Ji ber vê yekê, hevkariya di mijara Rojava de, wê bandoreke erênî li mijarên din jî bike."

Karasû destnîşankirin ku eger di vê mijarê de pêşketinek rû bide, wê di mijara kongreya neteweyî de jî pêşketin derkeve holê.

‘PÊWÎSTE DESTEYA BILIND BÊ ZINDÎKIRIN’

Karasû bal kişand ser girîngiya Desteya Bilind a Kurd û destnîşan kir ku desteyê moraleke mezin da gel û şoreşa li Rojava xurt kir.

Karasû got, "Ev yek ezmûneke girîng e. Divê Desteya Bilind ji nû ve bê zindîkirin. Rêxistinbûyînên mîna ENKS'ê, bi vekişîna xwe ji Desteya Bilind û antî propagandayê re, di warê qelskirina Desteya Bilind de rol lîstin. Desteya Bilind bê fonksiyon hiştin. Niha hevdîtin dibin. Hevdîtin çawa dimeşin, naverok çiye, dê çawa bi encam bibin? Ji niha ve ne gengaz e tiştek were gotin. Ji ber ku hevdîtin dewam dikin û hînê encamek nehatiye aşkerakirin. Lê em bawerin ku dê ji hevdîtinan encameke erênî derkeve.

‘ŞÊWEYA STATUYÊ NE GIRÎNG E, YA GIRÎNG JIYANA AZAD E’

Karasû her wiha girîngiya nêzîkatiya hevpar a Kurdan di mijara Cenevre de destnîşan kir û got, "Divê bi temsîlkariyeke hevpar biçin Cenevre û statuyek bê xwestin. Federasyon dibe, xweseriya demokratîk dibe, ev zêde girîng nîne. Ji bo me ya girîng azadî ye. Projeya Xweseriya Demokratîk a PYD'ê projeyeke azadiyê ye. Federasyon be jî, xweseriya herêman be jî, sîstema kanton be jî, projeya xweseriya demokratîk. Projeya xweseriya demokratîk, projeya jiyana azad a gelê Kurd e. em bi vî rengî difikirin. Statuya giştî çi dibe bila bibe, di nava vê de xweseriya demokratîk dikare pêk were. Şêweya wê ne girîng e, cewhera wê girîng e. Kurd di vê mijarê de dikarin li hev bikin. Divê daxwaza statuyê bi mûxalîfan, bi dewlet û hêzên navneteweyî re bidin qebûlkirin. Ji ber vê yekê ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind, dê di rêya Cenevre de Kurdan xurtir bike."

‘DIVÊ KU KURD BI HELWESTEKE YEKGIRTÎ BIÇIN CENEVRE 2 YÊ’

Karasû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî min eger ku gelê kurd bi yekgirtî biçe Cenevreyê wê ji vê yekê bandor bibin. Wê ji bo Cenevreyê dewlet, mûxalîf û hêzên navneteweyî jî biçin. Di vir de ya girîng ew e ku gelê kurd bi helwestekî yekgirtî beşdarî Cenevreyê bibe. Divê ku gelê kurd bi daxwaza statuyê biçin civîna Cenevreyê. Niha ne muxalîf ne jî dewlet statuya kurdan qebûl nakin. Kurd jî muxalîfin. Desteya Bilind jî muxalîfe, PYD jî hêzek muxalîfe. Dixwazin rejîma heyî biguherînin. Li gel ku dixwazin rejîmê biguherînin jî weke şoven nêz dibin. Wek ku kurd heyî qebûl kirin, mafê kurdan naskirin, xwe bi xwe rêvebirinê ne hatiye qebûl kirin. Li Sûriyeyê demokratîkbûn ancax bi qebûl kirina vana pêkane. Lê rewşa heyî vana qebûl nake.”

‘ŞOREŞA ROJAVA JI BO ROJHILATA NAVÎN WÊ BIBE ASOYEK NÛ’ 

Karasû diyar kir ku Sûriyeya ku ji nûve tê dîzayînkirin divê demokrat be û wiha axivî: “ Cenevreya ku mafê gelê kurd yê azadî û demokrasiyê qebûl bike wê di heman demê de bibe Cenevreya demokratîkbûna Sûriyeyê jî. Sûriyeya nû dikare li ser daxwazên demokratîk pêk bê. Ez dixwazim bi taybetî binê vê xêz bikim. Sûriyeya demokratîk bi çareserkirina pirsgirêka kurd û qebûl kirina statuya kurdan ve girêdayî ye. Ger ku kurd bi statuyê di nava Sûriyeyê de cih girtin, mecbûre ku Sûriye demokratîk bibe. Ji ber ku êdî Rojava welatekî demokratîk e. Welatekî azad e. Ger ku Rojava bibe welatekî demokrat, Sûriye mecbûre ku demokratîk bibe. Aliyek otorîter, aliyek jî demokrat nabe.”

Karasû destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî ew dixwazin gelê kurd bi yekgirtî biçin Cenevreyê û nûneriya şoreşa demokratîk ya Rojava bikin û wiha axivî: “ Dema ku gelê kurd bi yekgirtî çû civîna Cenevreyê hemû kesên ku tên wira mecbûrin ku xwe biguherînin. Wê Rojava ji bo Rojhilata Navîn asoyek nû vebike, zemîn nîşan bide, lez bide qezençkirin. Em difikirin ku ger ku kurd bi yekgirtî biçin Cenevreyê wê bi xwe re encamên bi vî awayî jî bînin.”

Karasû bi bîr xist ku gelê kurd  bi têkoşîna meşandiye desketiyên mezin bi dest xistiye û wiha axivî: “Bi vê têkoşîna ku tê dayîn hişmendiyek û rêxistineyek ku li her çar parçeyên Kurdistanê bimeşîne derxistiye holê. Bi vê têkoşînê gelê kurd hatiye merhaleya ku jiyana azad û demokratîk ava bike. Ji ber vê yekê kongreya neteweyî û yekitiya kurdan gelekî girîng e. Kurdên ku di parçeyê biçûk ê wekî Rojava de bi hev re tevnagerin, li Rojhilata Navîn bi dijminên kurdan re tevdigerin. Divê gelê kurd vê yekê bibîne." 

Karasû da zanîn ku her ku têkoşîna kurdan mezin dibe êrîşên li ser wan jî dijwartir dibin û wiha pêde çû: “ Her ku gelê kurd ber bi jiyana azad û demokratîk ve diçe welatên ku demokratîk nabin ji bo kurdan bêhtir xetere dibin. Ji bo gelê kurd negihêjin jiyana azad û demokratîk xwe çekdar dibin. Ligel vê yekê ev parçebûna kurdan lawaziyek mezin e. Divê gelê kurd teqez yekitiya xwe pêk bînîn.”

Karasû bi lêv kir ku ger ku gelê kurd helwestek hevbeş nîşan nedin dê jiyana azad û demokratîk têkeve xeteriyê û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Divê ku kes xwe nexapîne. Ger ku gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jiyana azad û demokratîk bi dest nexin, dê ev destketiya ku li parçeyekê hatiye bidestxistin ji holê bê rakirin. Ev xeterî li pêşiya me heye. Divê gelê kurd vê xeteriyê bibînin. Em hêvî dikin ku rêxistinên kurdan vê yekê bibinîn û rêxistiniya xwe xurt bikin. Bi vî awayî jiyana azad û demokratîk ava bikin.”