Karak ê girtî: Qerdiyanan êşkence li me kir
Sedat Karak ku li Girtîgeha Tîpa L ya Maraş Turkoglu girtî ye, aşkere kir qerdiyanan êşkence li wî û 4 hevalên wî kiriye, dest, pî û serê wan şikandine.
Sedat Karak ku li Girtîgeha Tîpa L ya Maraş Turkoglu girtî ye, aşkere kir qerdiyanan êşkence li wî û 4 hevalên wî kiriye, dest, pî û serê wan şikandine.
Sedat Karak ê ku li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Meraş Turkoglu girtiye, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û got qerdiyanan êşkence li wan kiriye.
Karak wiha got: ''30-40 qerdiyan ketina koxuşa me A-17'An de. Qerdiyanan êşkence li min, Veysî Altan, Servan Sertkaya, Orhan Doru û Îhsan Oran kir. Destê min şikandin, ê hevalên min jî pî û serê wan şikest. Li gel ku ser û piyê wan bi giranî hatin şikandin jî nebirin nexweşxanê.''
Uveyş Karak ku bi telefonê bi girtî re axivî, got dengê biraziyê wî ne xweş bûye û got, ''Sedat gote min, 'baş e ku hatim ser telefonê û bi te re diaxivim. Îro êşkence li me kirin. Destê min şikandin, ê hevalê min jî pî û serê wan şikandin. Bila werin li dîmenên kamerayan binerin, bibînin bê ka halê me çiye.''
Karak bang li raya giştî kir ku bihistyar bin.
Beriya niha jî li eynî girtîgehê qerdiyanan êrîş biribûn ser berxwedêrên grêva birçîbûnê.