Kaplan: Erdogan bê deng bimîne baştir e

Kaplan: Erdogan bê deng bimîne baştir e

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan bersiva gotinên Erdogan ku berî çend rojan ji bo 34 Kurdên li Roboskiyê hatibûn kuştin gotibû "Ew kes ne diyar e sivîl an na" da. Kaplan xwest Erdogon êdî li ser Roboskî neaxife û vê peyamê da; "Serokwezîr êdî bêdeng bimîne baştir e. Di salvegera komkujiyê de di serî de Erdogan vê bangê li herkesî dikim; xwedî helwestek rast bin. Eger berpirsyarên Roboskiyê neyên cezakirin emê dozê bibin qadên navnetewî."

Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan ku ji bo serdana Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî hate paytextê Almanya Berlînê, berî salvegera komkujiya Roboskiyê peyamên girîng da ANF'ê. Kaplan, bersiva îddiayên dawî yên Erdogan da û got "Ew ciwan zarê Roboskiyê bûn, ji bilî hikûmetê herkes vê yekê baş dizane û qebûl dike."

Parlementerê BDP'ê destnîşan kir ku ewê di salvegera Roboskiyê de bi nûnêrên partiyên siyasî, rewşenbîr û gel re nobetê edalatê bigrin û wiha axivî:

"Roboskî hê li edaletê digere. Salek di ser vê komkujiyê de derbas bû, lê ji bo kesên sûcdar werin cezakirin tiştek nehat kirin. Komîsyona mafê mirovan a meclîsê ev salek e hê rapora xwe ya di derbarê mijarê de amede nekiriye, komîsyon piştî 7 mehan encex agahî ji arteşê wergirt. Dozgerê taybet ê Amedê biryar girt ku lêpirsin wê veşartî were meşandin û heya niha guh nedaye şahidekî bûyerê.

Herwiha serokwezîr û wezirên navxweyî û parastinê jî dixwazin rastiyê berovajî bikin û nehêlin lêpirsin bi hêsanî were meşandin. Ji ber ku ew di nava metirsiyekî mezin de ne ku rastî derkevin holê. Bila neyê ji bîr kirin, hê ew şev komkujî bi hemû belge û delîl hate îsbatkirin. Komkujî li ber çavan hate kirin, ev ciwan di encama bombarkirina balefirên artêşa Tirk de hatin kuştin. Tenê sûcekî wan hebû, ew jî ji bo 50 lira pere qezenç bikin qaçaxçitiyê dikirin. Di serî de jî 60 kesên xizmên wan hatin girtin.

'ROBOSKÎ NÎŞANA DADÊ YE'

Parlementerê Şirnexê Kaplan diyar kir ku kesên hatî qetilkirin Kurd bûn û ji bo vê jî wê bûyer nîşanê bide ka edalet ji bo Kurdan derbas dibe an na û wiha axivî:

"Kuştina Kurdan normal tê dîtin. Hê bersiva pirsa 'Gelo kî kiryarê vê komkujiyê ye?' nehatiye dayîn. Ji bo vê gelê me yê li Roboskiyê ev salek e reş girêda ye û heya sûcdar werin cezakirin wê cil û bergên reş ji xwe nexe. Eger dadgehên netewî kiryarên Roboskiyê ceza neke emê vê dozê bibin dadgehên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî."

Erdogan di vê bûyerê de berpirsyarê yekemîn e, ji ber ku wekî desthilatdariya siyasî ewî biryarê daye. Ji ber vê jî di nava metirsî û telaşekî mezin de ye û dibêje; 'Hê ne diyar e gelo ev kesên hatî kuştin sivîl in an na'. Salek derbas bû, eger ev mirov ne kesên sivîl bin, nexwe kî ne? Jixwe Erdogan eger bikariya vê îspat bikira, wê heta niha hezar caran baniya rojevê.

Xortên hatî qetilkirin zarê Roboskiyê bûn. Vê rastiyê fermandarê wir, mamosteyê wir, herkes dizane. Tenê hikûmet naxwaze vê rastiyê bibine, ji ber ku niyeta wan xerab e. Ji aliyekî ve pêşiya edaletê digrin, ji aliyê dî ve jî heqaratan li gelê Roboskiyê dikin. Ew bi van gotinan dilên birîndar carekî dî xwîn dikin. Ev rêyekî pir şaş e û hewldanên pûç in. Ya baş ewe Erdogan bila bêdeng bimîne. Komîsyona mafê mirovan dîmenên wê şevê ku 4 seat in, temaşa kir, herwiha di televîzyonan de jî hate weşandin. Her tişt berbiçav e, tu kes tiştekî nekare veşêre."