Kanadayê alîkariya leşkerî ya ku dida Bexda û Hewlêrê rawestand

Hikûmeta Kanadayê ji ber şerê di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de alîkariya leşkerî ya ku ji 2014'an ve dida Bexda û Hewlêrê da rawestandin.

Artêşa Kanadayê diyar kir, heta ku şerê di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ranewesta ew ê alîkariya leşkerî nema bişînin.

Berdevkê artêşê Jay Johson diyar kir ku li herêmê rewş ne baş e, heta fermaneke dî alîkariya leşkerî dane rawestandin û got, ‘’Heke têkiliyên di navbera hêzên Iraqî de baş bibin wê alîkariya me ya leşkerî bidome.’’

Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2014’an hikûmeta Kanadayê biryar dabû ku alîkariya leşkerî bide Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê. Nêzî 250 leşkerên Kanadayê ev 3 sal in di nav koalîsyona dijî DAIŞ’ê de li Iraqê û Herêma Kurdistanê kar dikin.