Kampanyaya PVSK’ê dê bidome
Kampanyaya PVSK’ê dê bidome
Kampanyaya PVSK’ê dê bidome
Serokê weqfa Navnetewî ya Baran Tursun, Mehmet Tursun bi MAZLUM-DER’ê re ji bo ku Qanûn Salahiyetan û Wezîfaya Polîs (PVSK) ji nû ve bê sazkirin 4 mehan kampanyayek meşandin. Her wiha diyar kirin ku, pêşnûmeya ku pêşkêşî meclisê kirine heta nebin qanûn dê kampanyaya xwe bidomînin. Tursun diyar kir ku, rayeya PVSK’ê polîs li welatiyan dixe û bê ceza dimîne. Tursun da zanîn, ger têkoşîneke bi bandor bê meşandin dê pêşî li kuştinên polîsan bê girtin.
Li ser kampanyayê re du meh derbaz bû. Kampanya li ser întertenê jî tê meşandin. Armanca kampanyayê ev bû ku 16’emîn xala PVSK’ê bê guhertin û ji nû ve bê sererastkirin. PVSK di sala 2007’an de ji nû ve hat sazkirin û dîsa ji polîs re got ‘lê de’. Ji ber vê qanûnê heta îro ji 130’î zêdetir kes hatin kuştin. Polîs bê ceza ma û bi vê parastinê tê xelatkirin.
POLÎS LÊDIDE MALBAT TÊ CEZAKIRIN
Mînaka dawî di bûyera Cem Aygun de hat dîtin. Aygun bi guleya polîsan hat kuştin, di derbarê 6 xwişkên wî de bi hinceta ku bertek nîşanê polîsan dane 58 sal ceza hat xwesetin. Dadgeha Cezaya Giran a 8’emîn Enqereyê ji ber van sûcan her yekê 9 hezar û 80 lîra pere bi giştî 54 hezar û 480 lîra ceza birî.
Mehmet Tursun got, ji ber PVSK’ê polîsan kiryarên xwe zêde kirine û got: “Li Amedê Şahîn Oner hat pelçiqandin. Li Duzceyê du roj berê yekê din hat kuştin. Di kuştinan de zêdebûnek heye. Me wekî wexfê sedema van kuştinan lêkolîn kir. Sedema vê jî ewe ku polîs bê ceza dimînin. Daraz wan ceza nake, xelat dike. Ger wiha jî bidome dê kuştin jî bidome.
YÊ LÊ DIXE POLÎSE, YÊ DELÎLAN BERHEV DIKE JÎ POLÎSE!
Tursun destnîşan kir ku, pêvajoyê lêkolînên kuştinên polîsan jî bê hiqûqiyeke cudaye û got: “Polîsê ku bi çeka xwe li welatî dixe, di lêpirsînê de jî cih digire. Ev li tu derê cihanê tune ye. Di lêpirsîna kuştinê de çawa dibe ku cih digire. Polîsên ku Baran Tursun kuştin di lêpirsînê de delîl berhev kir. Gelo wî delîl berhev kir an ji holê rakir. Ev bêhiqûqiya vê pêvajoyê cezayê nayne. Yanî rewşa beratkirinê jî ji vê derbaz dibe.”
Tursun da zanîn ku, pêşnûmeya ku pêşkêşî meclisê kirine heta nebe qanûnî dê kampanyaya xwe bi awayekî demdirêj bidomînin.