Kampanya Elewiyan a ji bo alîkarîdayîna Şengalê
Kampanya Elewiyan a ji bo alîkarîdayîna Şengalê
Kampanya Elewiyan a ji bo alîkarîdayîna Şengalê
Eleqeya ji bo kampanya piştevaniya Şengalê ya saziyên Elewî yên li Ewropayê dixebitin AABK û AABF mezin dibe. Sekreterê Giştî yê AABF Ozgur Oz got, "Ji bendewariyên me zêdetir eleqe tê nîşandan."
Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) û Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABF) dest bi kampanyayeke alîkariyê kirin. Sekreterê Giştî yê AABF Ozgur Oz der barê kampanyayê de agahî da û diyar kir ku ew komkujiya li Şengalê li Êzidiyan hatiye kirin şermezar dikin û got, "Di tevahiya dîrokê de li Rojhilata Navîn hindikahî û baweriyên din her tim hatine qetilkirin. Yek ji civata kevnare ya baweriyê ya Mezopotamyayê Êzidî jî her tim rastî qirkirinê hatine. Dîrok û çarenûas Êzidiyên li Mezopotamyayê her tim rastî înkar û tinekirinê hatiye, mîna ya me Elewiyane. Ji ber vê yekê divê li hemberî ev tiştên bi serê Êzidiyan de tên, em weke Elewî baştir fêm bikin û li dijî derkevin. Ji ber ku em Elewî êşa Êzidiyên îro li Şengalê dikşînin baş dizanin. Em wan fêm dikin, heman komkujî hatin serê me jî. Ya ku di sala 1938'an de li Dêrsimê bi serê me de hat kirin, hînê şopên wê teze ne." Sekreterê Giştî yê Federasyonê Oz diyar kir ku ew dixwazin bi vê kampanyayê re tevkariyê li rizgarkirina Êzidiyan ji rewşa heyî bikin.
'DIVÊ HER KES TEVLÎ KAMPANYAYÊ BIBE'
Ozgur Oz bibîr xist ku Elewiyên li Ewropayê eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê didin û got, "Ev kampanya niha li 260 komele û cemxane yên bi me ve girêdayî tê meşandin. Heta niha bi awayekî cidî eleqeyek heye. Li gorî encamên gihaştine ber destê me, zêdeyî bendewariyên me alîkariya pere hatiye komkirin. Ji her welatê Ewropayê beşdarî li kampanyayê tê kirin. Ev yek jî hişyariya Elewiyan a ji bo Şengalê nîşan dide. Ev yek ji bo me jî cihê kêfxweşiyê ye."
Ozgur Oz got, "Em difikirin ku kampanyayê herî dereng di nava meha Cotmehê de biqedînin" û der barê gihandina pereyên hatine komkirin ji bo malbatên Êzidî jî ev agahî da: "Weke rêveberî em ê bicivin û biryarekê bidin. Em difikirin ji bo mirovên li wir bê mal mane, konteynir bikirin û cihekî jiyanê ava bikin. Ji bo vê yekê jî em ê heyteke çavdêr bişînin Şengalê. Em ê kêmasiyan tespît bikin û alîkariya xwe jî bi vê rêyê ragihînin."
Ozgur Oz got, "Di serî de endamên me, divê hemû demokrat û mirovên hestyar beşdarî kampana 'Alîkariya ji bo Şengalê' bibin. Ya ku li wir hatiye binpêkirin, mirovahî ye. Dijderketina li vê barbariyê, wezîfeya her însanî ye."
Saziyên Elewiyan AABK û AABF dan xuyakirin ku yên dixwazin alîkariyê bikin, dikarin bi rêya vî hesabî alîkariya xwe bişînin:
Kölner Bank
IBAN: DE42 3716 0087 0459 2700 27
BIC: GENODED1CGN
Stichwort: Sengal