Kamber: AKP di mijara taşerontiyê de derew dike

Kamber: AKP di mijara taşerontiyê de derew dike

Serokê Giştî yê LÎMTER-ÎŞ Kamber Saygili, ji bo daxuyaniya ‘Karkerên taşeron dê mafên xwe bigirin’ a hikûmeta AKP’ê ya der barê sererastkirina nû a xebata teşaronan de wiha got: “Ev dereweke mezin e. AKP bê navber serî li derewan dide. Hikûmet tesbîta rewşekê dike û herî kêm deh car sed car şaşiyan pêk tîne. Ev li vê diçe: Dibêje li Dêrsim komkujî pêk hatiye, vê tesbît dike. Ev li xweşa gel diçe. Lê li aliyê din îmzeyên davêje bin komkujiya Roboskê. Ev tişt di jiyana xebatê de jî pêk tê.”

AKP’ê di amadekariya sererastkirina qanûna ku hemû karkeran bine rewşa taşeronan. Li gorî 2’yemîn xala Qanûna Kar a Hejmar 4857’an; li kargeriyekê di hilberîna xizmet û mal de beşeke di karên alîkar an jî karê esas de ji ber sedemên teknolojîkk karên pisporiyê dixwazin didin teşeronan.” Lê patronên kar di têgehê de ji van gotinan ‘Di kargeriyan de ji ber kar, ji ber sedemên teknolojîk karên pisporiyên dixwazin’ ne rehet in.

Wezîrê Xebatê yê Tirk Faruk Çelîk ji bo guherîna ku hewl dide hemû karkeran bîne rewşa karkerên taşeroniyê wiha dibêje: “Karkerên taşeron mafên xwe nagirin. Vê qanûna em derdixin dê karkerên taşeron jî bibin kadro”. Çelîk hewl dide karkeran îqna bike. Serokê Giştî yê Sendîkaya LÎMTER-ÎŞ Kamber Saygili ji ANF’ê re axivî.

DEREWEK MEZIN E

Kamber Saygili diyar ku daxuyaniyên Faruk Çelîk derewke mezin e û got: “ Wezîrê Xebatê dixwaze vê qanên derbas bike, karkerên taşeron nekarin mafê xwe bigirin, pereyên xwe di dema xwe de nagirin, tazmînata qidemê nayê dayîn. Dibêjin bi vê qanûnê dê êdî karker bibin karkerên kadroyî, lê ev derew. Ev şêwaza AKP’ê ye. Di vir de tişta ji bo taşerontiyê tê gotin ne şaş e, rast e. Di taşerontiyê de ewlehiya can, kar û tenduristiyê tune. Di qeydan de tune. Di vir de şaşî tune. Hikûmet tesbîta rewşekê dike û herî kêm deh car sed car şaşiyan pêk tîne. Ev li vê diçe: Dibêje li Dêrsimê komkujî pêk hatiye, vê tesbît dike. Ev li xweşa gel diçe. Lê li aliyê din îmzeyên davêje bin komkujiya Roboskê. Ev tişt di jiyana xebatê de jî pêk tê. Rastiyekê tespît dike lê piştre bi qanûnan tu maf ji bo karkeran nahêle.”

Saygili got ku ewlehiya karê karkeran ji holê radibe û di rewşa ku ewlehiya kar ji holê rabe mafê sîgorteyê yê karkeran, pereyên karkeran, tezmînata qidemê û teqawîtbûn ji holê radibe.

CÎNAYETÊN KAR DÊ ZÊDE BIN

Saygili wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di taşeronê de xebat tê wateya xebateke lezgin û zêde. Ev jî westandinê bi xwe re tîne. Ewlehiya kar û tenduristiya karker wekê ku patron nedîtî ve tê, taşeron jî wisa dibînin û weke lêçûnê ne hewce dibîne. ev jî cînayetên kar zêde dike. di pêşvajoyên pêş de ligel xespa maf cînayetên karkeran ku ji nexweşiyên pîşeyên pêk tên dê zêde bibin.”

Saygili got karkeriya taşeronê tu ewlehiya wê tune û got bê ewlehî ne tenê di sermayeya tikriyeyê û taktîka dewletê de heye û got: “stratejî û daxwaza kapîtalîstên cîhanê û sermayeya navnetewî ye. Ez pergala Taşerontiyê wekê ‘parçekirina hilberînê’ bi nav dikim. Paçebûna hilberînê parçebûna kedê jî bi xwe re tîne. “