Kalkan: Divê civaka Tirkiyeyê li dijî zilma Erdogan rabe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Divê civaka Tirkiyeyê karibe ji vê zilma Erdogan re bêje 'êdî bes e'... Divê destûr ji dîktatoriya faşîst re neyê dayîn. Pêwîste yekîtiya şoreşgerî bê avakirin û bi cih bê anîn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan mijarên di rojevê de ji bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçe re nirxand û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li ser bingah Rojava û Sûriyeya Demokratîk operasyona Minbicê dimeşîne silav kir û ji wan re serketin xwest. Kalkan got, "Bi erkeke mezin rabûne û bi cesaret û fedekariyeke mezin helw didin gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji felaketekê rizgar bikin. Di şexsê Fermandar Feysel Ebû Leyla de ez hemû şehîdên operasyona Minbicê bibîr tînim."

Kalkan gefa dewleta Tirk a "Wê derbasî rojavayê Firatê nebin, ev xeta me ya sor e" ya beriya niha li Rojava dihat xwarin bibîr xist û ev nirxandin kir: "Hem gef xwarin, hem jî ji bo vê bikin, çi ji destê wan hat kirin. Li rojavayê Firatê hêzên DAIŞ'ê hebûn. AKP'ê jî ji bo xwe xetere dît ku YPG/YPJ û QSD biçin wî alî. Lê ji bo wan gelekî normal û maqûl bû ku li wê derê DAIŞ û El Qaîde hebin. Destek dan wan û mîna koloniyekî biçûk bi xwe ve girê dan. Ji ber vê yekê operasyon hinekî dereng ket. Lê êdî ev polîtîkaya wan bi kêr nayê. Sîstemên statukoparêz ên bi vî rengî yên netewe-dewlet nema dikarin bên pejirandin. Li dijî van sîsteman tê derketin. Ji sedî sed daxwaza guhertinê tê kirin. Rojhilata Navîn neçar e biguhere. Sîstemên siyasî yên ji aliyê 1. Şerê Cîhanê ve hatin afirandin, neçar e ji her alî ve biguherin. Li Rojhilata Navîn pêwîstiyeke cidî bi guherîn û ji nû ve avabûnê heye. Li ser bingeha sîstemeke demokratîk a li rewşa gelên Rojhilata Navîn tê û mafên her kesî diparêze, divê Rojhilata Navîn ji nû ve bi rêk û pêk bibe. Armanca têkoşîna li dijî faşîzma DAIŞ'ê li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê tê meşandin, ev e.

'DOR LI AKP'Ê HATIYE GIRTIN'

Dûran Kalkan da xuyakirin, ku AKP hatiye dorpêçkirin, gav bi gav cih lê teng dibe û destnîşan kir, ku siyaseta wê ya li dijî Kurdan sedema vê dorpêçiyê ye.

Kalkan wiha pê de çû: Her hêzek li dijî Kurdan siyasetê bimeşîne, li eniya Rojhilata Navîn ji sedî sed tên dorpêçkirin. Dikevin nava dorpêçiya Kurdan. Cihê ku Anatoliya Navîn digihêje Rojhilata Navîn Kurdistan e. Ji Kafkasya heta Derya Spî heyveke bi vî rengî ya Kurd heye. Di dîrokê de ji vê re Heyva Zêrîn dihat gotin. Cihê civakîbûna mirovahiyê ye. Cihê afirandina civaka demokratîk azad e. Cihê rûdana şoreşa neolîtîk e. Li vê derê nirxên mirovahiyê û civakîbûn qels nîne. Serdema zêrîn a mirovahiyê li vir hatiye jiyîn. Hemû dewlemendiyên roja îro xwe dispêrin Heyva Zêrîn. Bi tinekirina vê civakê re ji Anatoliya Navîn çûyîna Rojhilata Navîn nepêkan e. Di herikîna dîrokê de kesî ev bi ser nexist. Îskender û Yavûz Selîm jî bi Kurdan re li hev kirin û bi vî rengî ji vir derbas bûn. Mûstafa Kemal jî bi Kurdan re li hev kir û ev meclîs, ev komar ava kir.

BI TINEHESIBANDINA KURDAN, KES NIKARE TIŞTEKÎ BIKE

Niha hewl didin Kurdan ji vê Meclîsê bavêjin. Di vekirina meclîsê de kî hebû? Eger ji civaka Kurd destekeke mezin negirtiba, di damezrandina komarê de berxwedaneke bi vî rengî nedibû. Mûstafa Kemal bi xwe vê dibêje. Niha AKP û Tayyîp Erdogan dixwaze bi tinehesibandina Kurdan vê heyva Kurdan derbas bike û xwe bigihîne Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Ev berxwedan ji Makû destpê dike û heta Efrînê dewam dike.

Bila kes Kurdan qels nebîne. Kurd berê saf man, her kes mîna xwe dît, dek û dolab negerand. Polîtîk nebûn. Ji ber vê yekê sîstemeke ku Kurdan înkar dike derket holê. Lê êdî Kurdan ji vê yekê ders derxistine."

Kalkan destnîşan kir, ku Kurd heta ferdê xwe yê dawî li ber xwe dide û diyar kir, ev rewş ji bo dijminê Kurdan dorpêçiyek e.

Kalkan ragihand, cîhan tev ji bo vê seknê li çepikan dixe û got, "Demokrat û şoreşgerên Tirkiyeyê jî li çepikan dixin. Hemû hêzên demokratîk, jin û ciwanên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, bi awayekî hevgirtî têkoşîna gel dimeşînin."

'PIŞTÎ CIVÎNA CEZAYÎRÊ, ESAD BI DEVÊ ERDOGAN DAXIVE'
 
Dûran Kalkan bal kişand ser hovîtiya rejîma Tirk li Kurdistanê dike û da zanîn, Tayyîp Erdogan, her ku dixwaze emrê desthilatdariya xwe dirêj bike, dawî li Tirkiyeyê tîne, dawiya xwe amade dike.

Kalkan diyar kir, Erdogan xwe xistiye nava karesatekê û nikare xwe ji nav derxîne û got, "Vê carê xwe li her kesên berê weke dijmin didît digire û bi vî rengî dixwaze xwe ji nava vê karesatê derxîne. Rêveberiyên AKP û Esad li Cezayîrê civîn pêk anîn. Hevdîtineke hevpar a Tirkiye, Îran û Sûriyeyê pêk hat. Ev hevdîtin, hevdîtina dij bi Kurd e. Ji bo pêşî li statuyeke Kurdan a li Sûriyeyê were girtin, pêk hat."

Kalkan da zanîn, rêveberiya Esad jî, mîna AKP'ê yên li dijî DAIŞ'ê têdikoşin terorîst îlan dike û dibêje, 'Bi tenê artêşa Sûriyeyê dikare Sûriyeyê rizgar bike'. Kalkan got, "Piştî hevdîtinên li Cezayîrê Esad bi devê Erdogan daxive. Xuya ye li wê derê peymaneke mezin mor kirine. Ev xeteriyeke mezin e, lê belê nikare ne AKP'ê ne jî rêveberiya Esad rizgar bike. Divê Îran jî hay ji xwe hebe. Ev karesat wê hemûyan bifetisîne. Îran û Tİrkiye hêzên hegemonîk ên herêmê ne. Li gorî xwe polîtîkayê dimeşînin. Lê belê yê di nava agirê wan de bişewite, wê rêveberiya Esad be. Lewma divê her kes baldar û hişyar be. Pêwîste hêzên demokratîk şoreşger, rewşenbîr û gelên Tirkiyeyê vê bibînin. Gel û rewşenbîrên Ereb û Fars jî divê vê rastiyê bibînin. Ev siyaseta dij bi Kurd, li Rojhilata Navîn bi kêrî kesî nayê."

'ERDOGAN SERÊ XWE LI KULMA KLAY XIST'

Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de Mûhammed Alî Klay jî bibîr anî û bal kişand ser kesayetî û helwesta wî ya siyasî, ku neçû şerê Vîetnamê, ji ber vê yekê hat darizandin, cezayê pere lê hat birîn û madalya wî jê hat stendin. 

Kalkan ji bo ciwan, hunermend û sportvanên Tirk ên Klay bibîr tînin got, "Divê kesayetiya Klay esas bê girtin. Eger ciwanên Tirkiyeyê wî ji xwe re mînak digirin, bila li Nisêbîn, Cizîr, Sûr û bajarên din ên Kurdistanê gelê Kurd qetil nekin. Bila yên qetlîamê dikin ji xwe re nebêje 'Ez alîgirê Mûhammed Alî Klay im'."

Kalkan da xuyakirin, ku Erdogan hewl daye vê durûtiyê bike, lê jê nehatiye. Kalkan işaret bi axaftina oldarekî di merasîma cenazeyê Mûhammed Alî Klay de kir û got, "Bi awayekî vekirî got, 'Ji wî lîderê Tirkiyeyê re bêjin! Bila bes Kurdan bikuje!'. Gelekî watedar e ku ev yek bi wesîleya merasîma cenazeyê Klay bilêv kir."

Kalkan destnîşan kir, ku Erdogan bi tişta xwe di merasîma cenazeyê Klay de bike, serê xwe li kulma Klay xistiye.

DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ LI DIJÎ ZILMA ERDOGAN DERKEVIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser berxwedana jin, ciwan, akademîsyen, kedkar û sendîkayan a li hemberî rejîma Erdogan û got, "Lê belê ev têrê nake. Kêm e, bê rêxistinî ye, parçebûyî ye. Li hemberî vê rewşa dijwar a şer, helwestên bi vî rengî têrê nakin. Dibêjin 'di dema herî tarî ya şevê de roj hiltê'. Aştî jî di dema herî dijwar a şer de tê. Hewldanên aştiyê hingî derdikevin holê. Em seknên heyî bi vî rengî dinirxînin. Lê kêm e. Mînak; li gorî nerazîbûnên li Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî dîktatoriya Erdogan tê kirin, nerazîbûnên li Tirkiyeyê gelekî kêm in. Halbûkî yê zerarê dibîne civaka Tirkiyeyê ye. Civaka Tirkiyeyê, ji bo sekinandina vî şerê zerarê didê, divê hîn bêhtir bikeve nava hewldanan. Pêwîste hîn bi zelalî baxive û helwestê nîşan bide. Divê ji vê zilma Erdogan re bêje 'êdî bes e'."

Kalkan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên demokratîk, şoreşger û sosyalîst kir ku li dora Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan li hev bicivin û têbikoşin.