Kakabaveh: Ji bo demokrasiyê divê Ocalan azad bibe

Parlamentera Partiya Çepgir a Swêdê Amîneh Kakabaveh wiha got; “Ji bo pêkanîna demokrasiyê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan û PKK ji lîsteya rêxistina terorê were derxistin.”

Çalakiya grêva birçîbûnê ya Kurdistaniyan a bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Norrmalstorg a Stockholmê di roja 2’an de didome. Di roja 2’an de Parlamentera Partiya Çepgir a Swêdê Amîneh Kakabaveh, nûnerên rêxsitina li dijî şer a bi navê ‘Operastion 1325’, nivîskar û hunermendên Swêdê serdana çalakgeran kirin û peyamên piştgiriyê dan.

Şefa rêxistina ‘Operation 132’ Annîka Schabbaûer, ku ji bo jin di hevdîtinên aşitiyê de cih bigre têdikoşe, têkildarî armancên birêxistinbûyînê agahî da çalakgeran. Piştre jî bi Kurdistaniyan re hevpeyvîn kir.

Saet 17:00’an çalakgeran li pêşiya kon çalakiya xwepêşandanê li dar xist. Parlamentera Partiya Çepgir a Swêdê Amîneh Kakabeveh li vir axivî û qala teror û zextên Tirkiyeyê yên bi ser gelê Kurd û kêm netewên din kir. Kakabaveh welatên Rojavayî, Îran û Sûriyeya ku çavê xwe ji zextan re digire rexne kir.

Kakabaveh dewleta Tirk bi sucdariya pêkanînên teror û dagirkeriyê sûcdar kir û got Tirkiye kesên ku ji aliyên gel ve hatine hilbijartin dixe girtîgehan û li Efrînê bi komkujiyan sucên dij mirovahiyê kiriye. Kakabaveh wiha domand; “Ji bo demokrasî were Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan û PKK ji lîsteya terorê were derxistin.” Kakabaveh Yekîtiya Ewropa û welatên ROjavayî ku li dijî komkujî û zextên Tirkiyeyê bêdeng dimînin jî rexne kir.

Kakabaveh daxwaz kir ku di serî de Ocalan, nûnerên partî û rêxsitinên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de dîl tên girtin, hevşaredar, rojnamevan, nivîskar û sosyalîst demildest werin berdan.

Ji Konseya Aşitiyê ya Swêdê Kemal Gorgu got, 40 mîlyon Kurd mohra terorîstiyê qebûl nakin û divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin û Ocalan were berdan.

Piştre çalakgerên greva birçîbûnê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz girtin û bi dirûşemeyên ‘Bijî Serok Apo’ û  ‘Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statû’ çalakiya xwe bi dawî kirin.”