JUSO: Betlaneyê necin Tirkiyê, destekê nedin şer!

Seroka Rêxistina Ciwanan a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Tamarra Funîcîello û Alîkarê wê Bertîl Munk gotin, ‘’Li dijî rejîma Erdogan her kes dikare tiştekî bike’’ û bang li gelên Swîsreyê û Ewropayê kirin ku Turîzma Tirk boykot bikin.

Seroka Rêxistina Ciwanên Sosyalîst (JUSO) Tamarra Funîcîellon û alîkarê wê Bertîl Munk, ku JUSO li Swîsreyê yek ji mezintirîn rêxistina ciwanan e, gotin dive her kes li dijî rejîma Erodgna têbikoşe û bang li gelên Swîsreyê û Ewropî kirin ku Turîzma Tirk boykot bikin. Funîcîello û Munk ji ANF’ê re axivîn û gotin, ‘’Li dijî şerê neheq ê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan her kes miheqqek dikare tiştekî bike’’ û gotin dive Swîsre li dijî dewleta Tirk bibe xwedî helwesteke zelal.

Munk got rêxistina wan beriya niha jî desteka ji bo Kurdan nîşan daye û got, ‘’Bi taybetî piştî ku dewleta Tirk ji hêla leşkerî ve Rojava kire hedefa xwe, me biryar da ku êdî li dijî vê em zêde nikarin bêdeng bimînin. Me bi çalakiyan nîşan dabû ku em vê rewşê nikarin qebûl bikin û em ê çalakiyên xwe bidomînin jî.’’

MUNK: DIVE KONSEYA FEDERAL A SWÎSRE TEVBIGERE

Munk banga li Konseya Federal a Swîsreyê bi bîr xist, ku JUSO’yê beriya bi çendekê bang kiribû da ku Swîsre li dijî dewleta Tirk bibe xwedî hewlestekê.

Munk ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku Swîsre bi lezginî  firotina malzmeya çekan a ji bo Tİrkiyê qedexe bike, ji ber ku Tirkiye bi şerê ku dike hiqûqa navnetewî binpê dike. Munk her wiha got Swîsre dive petrol û gaza ku Tirkiye ji komên terorîst dikire û dide bazara Ewropayê nekire.

Munk xwest ku li Swîsreyê berhemên huner û çandê ku bi destê DAÎŞ’ê dixin bazarê were qedexekirin, peymana ku ji 1999’an ve bi Tirkiyê re hatiye danîn, were betalkirin, li dijî şantaja Erdogan a penaberan ku Erdogan li dijî Ewropa û Swîsreyê bi kar tîne, xwest ku Swîsre 100 hezar koçberên Sûriyê qebûl bike û her wiha daxwaz kir ku, bi sedema ku Erdogan hiqûqa navnetewî binpe dike hesabên wî û derdora wî yên li Swîsreyê werin lêkolin û sekinandin.

Munk herî dawî ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku banga boykotkirina Turîzma Tirk bike.

‘EM JUSO BANG DIKIN KU TURÎZMA TIRK WERE BOYKOTKIRIN’

Munk diyar kir ku JUSO banga boykotkirina Turîzma Tirk li gelên Swîsre û Ewropa dike û got,’’Gelên Swîsreyê ji bo ku ji rejîma Erdogan re nebin destek teqez dive turîzma Tirk boykot bikin.’’

 ‘NEBIN HEVKARÊ ŞERÊ DIJÎ KURDAN’

Munk diyar kir ku desteka li turîzma Tirk tê maneya desteka şerê rejîma Erdogan a li dijî Kurdan û hevkariya bi vî şerî re û wiha got, ‘’Dewleta Tirk yasayên navnetewî û mafê mirovan binpe dike û li Sûriyê li dijî Kurdan şer dike. Di vê pêvajoyê de desteka aborî ya li Tirkiyê rasterast dibe destek ali şerê dijî Kurdan.’

 ‘EM Ê BI BERDEWAMÎ ROJAVA BIPARÊZIN’

Munk got, ‘’Em ê li pergala Rojava ku Erdogan dixwaze tine bike û li gelê Kurd xwedî derkevin’’ û domand, ‘’Em ê şerê li dijî Rojava, ku ji bo mirovahiyê pergaleke alternatîf e qebûl nekin. Dive ji bo me hemûyan peywir be ku ev pergala girîng a li ser ekoloji, dadmendiya sosyal, femînîzm û azadiyê ava bûyî were parastin.’’

FUNÎCÎELLO: LI CEM KURDAN BIN, DESTEKÊ NEDIN DÎKTATOR

Seroka JUSO’yê Funîcîello jî banga boykotkirina Turîzma Tirk kir û got: ‘’Ên ku diçine peravên Entalya, Bodrûmê dive baş bizanibin ku destekê didine rejîma Erdogan ku bi dagirkirina Efrînê şer li dijî Kurdan ragihandiye.’’

Funîcîello got Erdogan bi rengekî agresif politikaya berfirehkirina xaka Tirkiyê dike û got, ‘’Dive em ji bîr nekin, dema ku hûn weke turîstan ketin Tirkiyê, ji hêlekê ve ev tê maneya desteka li wan kesên ku Tirkiyê mîna dîktatoran bi rê ve dibe û li dijî Kurdan bi rengekî zelal şer dike. Kurdan dikuje. Civaka navnetewî û Konseya Federal a Swîsreyê bêdeng e ji ber ku naxwazin Erdogan penaberan bişîne Ewropayê. Lê em bi boykotkirina turîzma Tirk em dikarin bi takeksî li dijî vê bêdengiyê derkevin.’’