Jiyana zarokeke din jî wek ‘bûka zarok’ wê bê tarîkirin

Jiyana zarokeke din jî wek ‘bûka zarok’ wê bê tarîkirin

Li Tirkiyeyê trajediya “bûkên zarok” bi dawî nabe. Zaroka keç a 14 salî ya li gundê Aladana yê Bedlîsê dijî tê xwestin bi 6 TL qelen ê bi Mehmet Canbakir ê 21 salî re bê zewicandin. Xwişka B.G. a der barê bûyerê agahî dan ANF’ê got ku ji bo pêşiya vê zewacê bê girtin du memûrên jin ji Navenda Xizmetê ya Civakî ya Tetwanê hatine mala wan, lê belê hewldana wan bê encam maye, wê xwişka wê piştî cejnê bê zewicandin.

Tevî hemû hişyariyên saziyên jinan jî B.G. a 14 salî jî mîna xwişka xwe wê bê zewicandin.  B.G. a li gundê Alabana Xizanê ya girêdayî Bedlîsê dijî bi 6 hezar TL qelen bi Mehmet Canbakir ê 21 salî re bê zewicandin.

 WÊ XWIŞKA MIN PIŞTÎ CEJNÊ BÊ ZEWICANDIN'

G.G. a xwişka B.G. diyar kir ku berî niha bi mehekê ev zewac hatiye plankirin û tevî hemû feryadan jî berî niha bi 4 rojan hungilîskên nîşanê kirine destê wan. G.G. anî ziman ku li ser giliyê şêniyên gund du memûrên jin ji Navend Xizmetên Civakî ya Midûriyeta Bajêr a Polîtîkayên Civakî Malbat a Bedlîsê hatine gund û got, “Ji dayika min re gotin, eger zewac neyê betalkirin wê keça wan bibin saziya parastina zarokan. Dayika min bi ser wan de qîr kir û got ku wê keça xwe bizewicîne.”

G.G. diyar kir wê xwişka wê piştî cejnê bi 6 hezar TL qelen bê zewicandin.

TIMÎ LI MIN DIDE!

G.G. destnîşan kir ku ew jî 14 saî hat zewicandin, xemgîn e û wê tu carî malbata xwe efû neke. G.G. got, “Ez di 14 saliya xwe de bi berdêlî bi kurê apê xwe yê ji min bi deh salan biçûktir hatim zrewicandin. Ez niha 22 salî me û wek roja destpêkê bi tirsim. Du zarokên me çêbûn, ji ber ez bersivê nadim hezkirina hevserê xwe timî lêdanê dixwim. Ez pê hesiyam ku dema ez gilî dikim ji bo dibêje, ‘dîn e.’”   

G.G. got ku mirov nikare bi kesekî jê heznekê re bijî û ji bo xwişka wê neyê zewicandin wê têbikoşe.