Jinan li sê navendan ji bo Kobanê çalakî li dar xistin
Jinan li sê navendan ji bo Kobanê çalakî li dar xistin
Jinan li sê navendan ji bo Kobanê çalakî li dar xistin
Jin li Enqere, Edene û Stenbol çalakiyên xwedîderketina li Kobanê li dar xistin. Di meş û û mîtîngên ku bi dehan jinan li her sê navendan li dar xistin, AKP’ya ku êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê destek dike hat şermezarkirin.
STENBOL
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Rojava û Kobanê bi meşeke ber bi avahiya AKP’ê ya Kadikoy hat şermezarkirin.
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG), Meclîsên Jinan ên HDK’ê û HDP’ê, Kolektîfa Sosyalîst-Femînîst û Jinên Anarşîst jî di nav de zêdetirî 40 rêxistinên jinan bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û AKP’ya piştgiriyê dide çeteyan li Kadikoy meşek li dar xistin.
Meşa ji ber Qada Îskele ya Kadikoy destpê kir, li ber avahiya Kadikoy a AKP’ê bi dawî bû. Piştî meşê bi Kurdî û Tirkî daxuyanî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku rêxistinên navneteweyî û raya giştî li hember tiştên rû didin bibin xwedî helwest û pêwîstiyên hiqûqa navneteweyî werin cih.
ENQERE
Li Enqere jî Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê, Jinên Anarşîst, Meclîsên Jinan ên HDP-HDK’ê û saziyên LGBT jî di nav de 38 rêxistinên jinan êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kirin.
Bi sedan jinên li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Cadeya Yuksel hatin gel hev bi dirûşmayan ber bi avahiya AKP’ê meşiyan. Meş li ber avahiya AKP’ê bi dawî bû. Endama Kolektîfa Jinan a Femînîst a Jinan Gulsen Ulker got ku DAIŞ û desthilatdariya piştgiriyê dide DAIŞ yekser bedena jinan kiriye tehdîtê.
EDENE
Hewldana Jinan a Edene jî bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji 15’’ê Îlonê ve li hember Kobanê şermezar bikin ji Qada 5 Ocak heta Parka Înonu meşiyan.
Di meşê de dirûşmayên, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Her cih Rojava her cih berxwedan”, “Gerîlayên jin rûmeta me ne” hatin gotin.
Fema girse hat ber Parka Înonu li ser navê Hewldana Jinan a Edene Meral Tatar got ku jin li aliyekî li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê têdikoşin û li aliyê din li hember zîhniyeta zilam a serwer ku azadî û bihêzkirina jinê dike hedef têdikoşin.