Jinan li hember komkujiyên Farqîn, Nisêbîn û Parîsê nerazîbûn nîşan dan

Li bajarê Araû yê Swîsreyê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de bi armanca protestokirina komkujiyan bi dehan jin li navenda bajêr kom bûn

Li bajarê Araû yê Swîsreyê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de bi armanca protestokirina komkujiyan bi dehan jin li navenda bajêr kom bûn. Dirûşmên jinan ên ‘Dewleta Tirk a Terorîst, piştgiriyê dide DAIŞ”, ‘’qatil Erdogan’’ li navenda bajêr belav bûn.   

Li bajarê Araû yê Swîsreyê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de bi armanca protestokirina komkujiyên Farqîn, Nisêbîn û Parîsê û pêkanînên dij mirovî yên li hember cenazeyên gerîlayan li navenda bajêr mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiya protestoyî de pankarta, “Leşkerên Tirk ji Farqîn û Nisêbînê derkeve” hat vekirin, dirûşmên “Qatil Erdogan’’, “Dewleta Tirk a Terorîst, piştgiriyê dide DAIŞ’ê”, “Leşkerên Tirk ji Kurdistanê bicehimin” li navenda bajêr deng vedan.

Mîtînga bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.