Nûnerên saziyên jin ên Amedê, ji bo kuştina Hasret Daşli ya ku hate qetilkirin û avêtin çemê Êlihê li gel astengiyên polisan heta goristanê meşiyan.
Nûnerên saziyên jin û parlamenterên BDP'ê yên jin, ji bo qetilkirina Hasret Daşli heta gora wê meşek pêk anîn. 11 saziyên jin, ji bo kuştina Hasret Daşli ku rojê borî hate qetilkirin û avêtin çemê Êlihê û pişt re li goristana Yenîkoyê hate definkirin, meşek girseyî pêk anîn. Nunerên jin ku li ber Komeleya Welatiyen Azad a 5 Nisan kom bûn, heta goristanê meşek pêk anîn. Di meşê de parlamentera BDP'e ya Amedê Nursel Aydoðan û gelek nûnerên jin amade bûn. Jina di meşê de pankarta "Em li dijî kuştina jinan serî radikin" vekir û sloganên "Destê dirêjî jinê dibin bila bişkên" berz kirin.
Jinên ku xwetin bi komî bimeşin rastî astengiya polîsan hatin, pişt re li ser astengiya polîsan kom bi kom meşiyan û çûn ser goristîna. Jinên ku kom bi kom çûn goristana Yenîkoyê li vir Gora Daşlı ziyaret kirin. Li ser navê jinê Tulay Denîz, Daşli diyar kir ku Daşlı 13 salî bû zewicandin û piştî vegeriya malê rastî tecawiza pismamê xwe hat. Denîz, anî ziman ku Daşlı piştî rastî tecawizê hat û şûnde hate qetilkirin.
Denîz, anî ziman ku ji ber hikûmeta AKP'ê bi zanebûn polîtîka û çanda tecawizê pêş dixe ev pêkanîn pêş dikevin.