Jinan encamnameya komxebata 'Qadên Jiyanê' aşkere kir
Jinan encamnameya komxebata 'Qadên Jiyanê' aşkere kir
Jinan encamnameya komxebata 'Qadên Jiyanê' aşkere kir
Nûner û aktivîstên saziyên jinan bi navê "Ji stargehan ber bi qadên jiyanê ve" komxebat dabûn despêkirin piştî niqaşên 2 rojan encamname aşkere kirin. Jinan diyar kirin ku ger ku jin nikaribe li koka xwe vegere û nikaribe pestpektîfa alternatif ava bike, wê demê dê xitmeta modernîteyae kapitalist bike. Jinan, li hemberî biryara KCK'ê ve rawestandina vekişînê xwestin ku hikûmet gavan bavêje.
Komeleyên Jinanên Kardelenê, DİKASUM, û Ekin Ceren li Parka Sumerê, piştî Komxebata 2 rojan encamname bi daxuyaniyekê aşkere kir. Komxebata bi navê "Ji stargehan ber bi qadên jiyanê ve" li Parka Sumerê ku duh dest pê kir îro bi dawî bû. Komxebete ku duh bi "Di der barê malên starê tecrûbên cîhanê", "Tecrûbên Tirkiyê" û "Tecrûbên me" hatibûn nirxandin. Komxebat wê îro bi "Wê armac û ve giranî qaşa Modelanûçi be" berdewam kir. Ji bo modela nû pêşniyar hatin kirin. Komxebet bi xwendina ancamnameyê bi dawî bû. Encamname ji aliyê Civaknasa Navenda Jinan a Îştarê ya Mêrsînê Menîce Urun ve hat xwendin. Urun, diyar kir ku di pêvajoya ku li ser jinê û zayendê komkujî pêk tê de, mirov nikare behsa azadiya jinê bike û wiha got: "Di civakek ku jin ne azad be de, wê demê mirov nikare behsa azadiya çînî, civakî û neteweyî bike. Ji ber vê yekê jî em têkoşîna li dijî tacîz tecawiz, bêsincî û neheqiya ku li ser nirx û nasnameya jinê û civakê pêk tê ji bo xwe wekî erka sereke dibînin. Berpirsiyariya rast li ser esasê paradîgmaya azadiya zayand, civak, ekolojî û demokratîkbûna civakê ye."
Urun, da zanîn ku di komxebatê de li ser rewşa Stargehan mînakên cîhanê û Tirkiyeyê hatin niqaşkirin û di encama niqaşan de di aliyê têgehê û jî di aliyê jiyan, feraset û nerînê de pirsgirêk hene. Urun, da zanîn ku feraset û têgeha stargehê wekî ku her tim jin mohtacî parastinê û bêkêr bin dide nîşan û jinê bê çare û û bê hêz dide xuyakirin û wiha got: "Lê divê jin xwedî vîn û hêz be. Karibe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike û niqaş bike. Divê karibe xwedî hilbijartin û karibe bi serê xwe li ser piyên xwe raweste. Divê jin û jiyana wê neyê bêwatekirin. Li gorî ceribandinên li Tirkiyeyê jin wekî mal tê dîtin. Nêzîkatiyek feraseta zilam û serdestiyê li ser jinan tê meşandin. wekî ku jin her tim muhtacî parastinê ye tê xuyakirin. Ev têgeha stargehê ji hişmendiya zilam tê. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî jin karibe bi perspektîfa rast li xwe binere û wateyê bide jiyana xwe. Divê jin di aliyê polîtîkaya civakî ke karibe xwe bi rêxistin bike û bibe sazî. Ger ku jin nikaribe li koka xwe vegere û nikaribe pestpektîfa alternatif ava bike, wê demê dê xitmeta modernîteyae kapitalist bike.
Urun, da zanîn ku di encama niqaşan de hat diyarkirin ku êdî ew rêbazên berê zêde xizmeta azadiya jinê nake û divê di aliyê jiyanê de modelên nû bên avakirin û afirandin. Urun, destnîşan kir ku di avakirina jiyana nû de divê polîtîkayên civakî yên nû bên pêşxistin û li ser van polîtîkayên nû yên civakê modelên nû bên avakirin. Urun, destnîşan kir ku ew dixwazin di hemû qadên jiyanê de bi hişmendî û nerîna jinê ji nûve her tiştî bigirin dest û ji nûve civakê li ser kok û rehê wê ava bikin û vîna azad ya jinê derxin pêş. "
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku pêşniyara modela ku ji DOKH'ê re hat pêşkêşkirin dê di 15-16-17'ê mijrada 2013'an de li Mêrsînê pêşniyarî Komxebata Jinên "Tirkiyeyî" bê kirin
Urun, di berdewama encamnameyê de piştgirî da biryara KCK'ê û biryara KCK'ê ya vekişînê mafdar dît. Urun, xwestin ku hikûmet gavan bavêje.