Jinan du ton kulîçe ji bo şervanên YPG’ê çêkirin

Jinan du ton kulîçe ji bo şervanên YPG’ê çêkirin

Li bajarên Qamişlo û Girkê Legê jinan ji şervanên YPG'ê re xwarin, sewik û kulîçe amade kirin.

Piştgiriya bi berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ re li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê bi gelek awayan dewam dike. Li bajarê Qamişlo jinên Rêxistina Yekîtiya Star 2 ton sewik û kulîçe ji şervanên YPG'ê re çêkirin. Li Girkê Legê jî jinên Meclisa bajêr xwarin ji şervanên YPG’ê re amade kirin.

Hejmarek ji jinên endamên Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Qamişlo, ji bo şervanên YPG'ê 2 ton kulîçe û sewik çêkirin. Jinên ku kulîçe û sewik amadekirin çûn serdana Tabûra Şehîd Serhed a YPG'ê û kulîçeyên ku çêkiribûn radestî wan kirin.

Endama Yekîtiya Star Şehnaz Emîn diyar kir ku kulîçeyên hatine çêkirin dê ji Serêkaniyê heta Til Koçer li hemû şervanên YPG'ê bêne belav kirin.

Li bajarê Girkê Legê jî, jinên endamên Meclisa Jinan a bajêr ji şervanên YPG'ê re xwarin amade kirin.

Jinan diyar kir ku ewê bi hemû derfetên xwe piştgiriya YPG'ê bikin.