Jina 75 salî ku bi sedyeyê hate binçavkirin li girtîgehê nexweş ket

Hatîce Yildiz a 75 salî ku lbi sedyeyê hatibû binçavkirn, li girtîgeha ku bi tenê dihat rehîngirtin aciz bû.

Hate zanîn ku Hatîce Yildiz a 75 salî îro li girtîgehê ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê aciz bûye ku ji Yildizê re bi hinceta ku  ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, 4 sal 2 meh cezayê girtîgehê lê hate birin.

Parêzerê Hatîce Yildizê Xebat Demîrcan ku çûye dîtina wê anî ziman ku Yildiz ji roja Înê heya niha bi tena serê xwe di odeyekê de tê rehîngirtin û wiha got: ‘’Miwekîla min baş nebû. Nikare bi tena serê xwe bimeşe jî. Bi alikariya karmendên girtîgehê hate dîtinê. Di dîtinê de jî aciz bû û xeriqî. Ekîbên tenduristiyê yên li wir midaxile kirin lê belê muwekîla min ev du roj in ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare tu tîştî bixwe û vexwe. Daxwaza kurê wê ya dîtinê jî hate redkirin.’’