Jin berbi Dêrsîmê ve derketin rê

Jin berbi Dêrsîmê ve derketin rê

Li Dêrsimê bi şiara, ‘Hezar jin semahek, Sakîneyek hezar jin’ ji bo şahiya bê li derxistin bi sedan jin ji Amede ber bi Dêrsimê ve bi rêketin.

Li Dêrsimê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi şîara,  ‘Hezar jin semahek, Sakîneyek hezar jin’ şahiyek tê li daxistin. Ji bo tevlibûna bernameyê li ber BDP’a Amedê bi sedan jin hatin gel hev û berbi Dêrsîme ve bi rê ketin. Di navbera Jinên ku serê sibehê di seatê zu de derketin rê de hevseroka bajarê Amedê ya BDP’ê Zubeyde Zumrut,  aktîvîstên DOKH û platforma jinên KESK’ê jî hebûn. Hin welatî jî ji bo di şahiya semahê de cih bigrin bi vesayîtên xwe yên teybet berbi Dêrsimê bi rê ketin.