Jin 25’ê Mijdarê wê li qadan bin
Li navçeya Licê ya Amedê ku starta bernameya 25’ê Mijdarê hat dayîn, hevparên KJA yên Wanê jî bi şîara, “Şîdeta zilam îdeolojîk e xweparastin maf e” banga tevlîbûna ji aktîvîteyên 25’ê Mijdarê re kir.
Li navçeya Licê ya Amedê ku starta bernameya 25’ê Mijdarê hat dayîn, hevparên KJA yên Wanê jî bi şîara, “Şîdeta zilam îdeolojîk e xweparastin maf e” banga tevlîbûna ji aktîvîteyên 25’ê Mijdarê re kir.
Li navçeya Licê ya Amedê ku starta bernameya 25’ê Mijdarê hat dayîn, hevparên KJA yên Wanê jî bi şîara, “Şîdeta zilam îdeolojîk e xweparastin maf e” banga tevlîbûna ji aktîvîteyên 25’ê Mijdarê re kir.
Meclîsa Jinan a Şaredariya Licê, bernameya xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Şîdeta li dijî Jinan li Navenda Jinan a Nûjiyan aşkera kir. Berpirsyara Pêwendiyên bi Gel re ya Şaredariya Licê Dorşîn Elçî ya bername aşkera kir, diyar kir ku ji dema Xwişkên Mîrabel heta niha li ber xwe didin. Elçî anî ziman li Nisêbîn, Farqîn û Cizîrê ku pêkanînên rewşa awarte didomin, jin tên qetilkirin. Elçî da xuyakirin ku tevî failên jinan diyar in jî rayedar qatilan vedişêrin û komkujiyan rewa dikin.
Elçî got, "Em jin heta em di nav civakê de bin, heta wek şexs em xwe bidin qebûlkirin wê têkoşîna me bidome. “
Elçî bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.
Bernameya 25’ê Mijdarê wiha ye:
"19’ê Mijdarê roja Pêncşemê, paneleke têkildarî Şîdeta li hember jinê û sînevîzyon, 24’ê Mijdarê roja Sêşemê nîşandana fîlm û daxuyaniya çapemeniyê, heta 25’ê Mijdarê wê li kolan û qehwexaneyan şîdet bê nîqaşkirin.”
WAN
Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Wanê bi şîara, “Şîdeta zilam îdeolojîk e xweparastin maf e” di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember Şîdeta li dijî Jinê, bernameya Wan û navçeyên wê bi civînek çapemeniyê ya li Rêxistina DBP’ê ya Bajar aşkera kirin. Di aktîvîteyên ji 19’ê Mijdarê heta 23’ê Mijdarê wê bidomin ji bo balê bikşînin ser komkujiyên jinan, şîdeta zilaman û ji bo jin bibin yek banga tevlîbûnê hat kirin.
Di civînê de aktîvîsta KJA Caziye Dûman got ku pêwîst e jin bibin yek deng û wiha berdewam kir: “Divê jin li hember şîdeta zilam û vê pergala yekperest bibin yek. Di cîhaneke jin rastî pêkûtiyên wiha tên, mafên wan ji destê wan tên girtin em wek jine êdî ji bo me rewşek nayê qebûlkirin e. Ji ber feraseta yekperest a zîhniyeta nêrza, jin her roj dibin mêtingeh û tên qetilkirin. Ji bo mafên xwe, pêwîst e em wek jin bibin yek deng. An jî em ê nikaribin xwe ji vê pergalê rizgar bikin. Rizgariya me di vê rêyê de ye.”
Bernameya aktîvîteyê wiha ye:
* 19’ê Mijdarê li navçeya Îpekyolû, bi tevlîbûna parlamenterên HDP’ê yên Wanê û hevşaredaran, li Şehîdgeha Yenî Mahalle wê gorên gerîlayên PKK, YPG, YPJ û HPG’ê bên ziyaretkirin.
* 20’ê Mijdarê li navçeya Qerqelî, piştî zindîkirina çîrokan, pêşendana fîlm û şanoyan li Taxa Molla Hasan a girêdayî navçeyê, piştî pêşendana sînevîzyonê wê li jinan qernefîl bên belavkirin.
* 20’ê Mijdarê li navçeya Westan (Gevaş) wê fîlm bên nîşandan û panel bê lidarxistin.
* 20’ê Mijdarê li navçeya Tûşba ji bo balkişandina pêkanînên kêfî yên li hember jinên girtî wê li pêşiya Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Wanê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.
* 21’ê Mijdarê li navçeya Artemêtanê wê gorên jinên hatine qetilkirin bên ziyaretkirin û qernefîl bên danîn.
* 21’ê Mijdarê li navçeya Erdîşê bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û Aktîvîsta KJA Caziye Dûman, piştî pêşendana şanoya bi temaya ‘ji şîdeta li hember jinê re na’ ji bo balkişandina şîdeta li hember jinê wê li navenda navçeyê broşur bên belavkirin.
* 21’ê Mijdarê li navçeya Ebex ji bo jinên tê îdîakirin ku întîxar kirine piştî helbest hatin guhdarkirin wê pêşandana sînevîzyonê pêk were.
* 21’ê Mijdarê li navçeya Bêgir bernameyek têkildarî şîdeta li hember jinê wê bê lidarxistin.
* 22’ê Mijdarê li navçeya Artemêtanê ji bo balkişandina şîdeta li hember jinê wê daxuyaniyek çapemeniyê bê dayîn.
* 23’ê Mijdarê li navçeya Elbakê wê pêşendanek sînevîzyonê ya têkildarî şîdeta li hember jinê bê lidarxistin.
* 23’ê Mijdarê li navçeya Payîzava ji bo ji şîdeta li hember jinê re bê gotin “raweste” wê meşek bê lidarxistin, piştî meşê wê pêşandana sînevîzyona têkildarî şîdeta li hember jinê pêk were, piştre jî jinên tê îdîakirin ku întîxar kirine wê li ser gorên wan bên bibîranîn.
* 23’ê Mijdarê li navçeya Şax têkildarî şîdeta li hember jinê wê pêşandanek ji slaytan pêk were û panelek bi temaya jinê bê lidarxistin.