Ji YPG'ê li Helebê çalakiya bersivdayînê
Ji YPG'ê li Helebê çalakiya bersivdayînê
Ji YPG'ê li Helebê çalakiya bersivdayînê
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dijî hêzên rêjîmê çalakiyek lidar xistin. Hate hînbûn çalakî li ser êrîşên bombebaran li ser taxa Şêxmeqsûd wek bersivdayînê pêk hatiye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine bidestxistin hêzên YPG'ê ji bo tolhildana sivîlên ku di encama bombebarana rêjîma Baas de çalakiyek li dijî hêzên rêjîmê yên li navenda Mudîriya Zîrai lidar xistine. Hate gotin ku di encama çalakiyê de hejmarek nediyar leşkerên rêjîmê hatine kuştin û hin birîndar bûne.
Balafirên rêjîma Sûriyê 3 roj li ser hev taxa Şêxmeqsûd bombebaran dikin û di dencamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û gelek kes birîndar bûn. Her wiha di encama bombebaranê de gelek malên welatiyan ruxiyan.