Ji YPG'ê çalakî: 20 çete hatin kuştin

Ji YPG'ê çalakî: 20 çete hatin kuştin

Hêzên YPG'ê îro piştî nîvro li gundên herêma Kobanê 2 çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 20 çete hatin kuştin, wesayîtekî leşkerî hat rûxandin û gelek alavên leşkerî yên markeya Tirkiyeyê li ser hatin desteserkirin.

Yekîneyên Parastina Gel îro piştî nîvro li gundê Tefşo yê li başûr-rojavayê herêma Kobanê, gundên Sosan û Seftik ên li rojavayê herêmê çalakiyên bi bandor lidar xistin. Li gorî agahiyên destpêkê, di çalakiya li gundên Sosan û Seftikê zêdetirî 20 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li gundê Tefşo jî wesayîteke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin û gelek çete hatin kuştin. Lê ji ber dijwariya şer û pevçûnan hejmara kuştiyên çeteyan heya niha nehatiye zanîn.

Di van çalakiyan de her wiha 3 lasilkî, dûrbînek rojê û 3 livînên leşkerî ji aliyê şervanên YPG'ê hatin desteserkirin.

Alavên leşkerî yên hatine desteserkirin markeya Tirkiye li ser in.