Yekitiya Gaziyên Ewropayê ya ku gaziyên şoreşger ya Kurdistanê ava kiriye bi boneya sala nû peyamek weşand. Yekitiya Gaziyan di peyama xwe de sala nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyan û gelê Kurd pîroz kir û ji bo piştevaniya gelê Kurd ya Rojava bang kir.
Gaziyan da zanîn ku, didemên cuda yên şerê li Kurdistanê de birîndar bûne û ji derveyê şer mane û got ew mexdurê pratîka texrîbata di fizîk de pêk hatine û wiha got: “ Em di şer de birîndar bûn û texrîbata şer li ser me çêbû. Ji ber vê yekê em gaziyên Kurdistanê li gel aştiyeke bi rûmetin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, divê hemû gel xwedî jiyaneke parveker, azad û wekhev bin û wiha got: “ Ev cîhana me ya ku di nav êş û azaran de divê êdî bigihêje azadiyê. Di 2012’an de gelê Kurd qezencên mezin bidestxisitn.
Gelê Kurdistanê jî divê wekê gelên azad yên cîhanê xwedî mafên azad bin. Yê me jî divê em xwedî mafên hevpar yên gelên din bin. Em wehşet û zextên li welatê xwe qet qebûl nakin. Em wekê gaziyên Kurd yên li Ewropayê bang dikin ku, divê hemû gelê me xwedî li Gelê Rojava derkeve. Em li ku derê cîhanê dibin bila bibin em dê xwedî lê derkevin.
Em bi vê boneyê sala nû ya Rêber Apo, girtiyên Azadiyê û gelê Kurd pîroz dikin. Em ji bo gelê Kurd salek aştî û aramiyê hêvî dikin.”