ji YEK-KOM’ê peyama pîrozbahiya cejna Êzidiyan

ji YEK-KOM’ê peyama pîrozbahiya cejna Êzidiyan

Federasyona Komeleyên Kurd YEK-KOM’ê li Elmanya bi boneya salvegera cejan Êzidiyan peyamekî pîrozbahiyê weşandin. YEK-KOM’ê di peyame xwe de wiha got:“Em bi nave Federasyona Komeleyen Kurd li Elmanya YEKKOM`e Cejna Êzdiyan â cejneke ku jiyaneke wekhev û aştîyane daxwaz dike, di seride civaka Êzidî û tevay Gelê Kurd piroz dikîn."

 Federasyona Komeleyên Kurd YEK-KOM’ê li Elmanya îro bi boneya hatina cejna Êziyan peyamekî pîrozbahiyê weşandin. YEK-KOM’ê di berdewama peyama xwe de wiha got: “Di van rojên ku em cejna Êzdiyan pêşwazî dikin, gelek bûyerên girîng li welatê me di qewimin. Hîna aştî û azadî li ser axa welatê me peyda nebûye. Qirkirinên siyasî, çandî,  ahlakî, civakî, zor û zextên dewletê û zaliman berdewam in. Hêzên şerxwaz hin jî xwîna kurdan dirijînen."

Di peyama YEK-KOM’ê de bal hate kişandina ser pêvajoya ku îro Kurd têre derbaz dibin û berxwedana gelê Kurd û wiha hat gotin:“Îro Gelê Kurd di pêvajoyêkî awarte re derbas dibe û berxwedana gel ya dijî dagirkerî û hikûmdariya berdewam dike. Ji Serhildanên Gelê Kurd ê beitiatiya sivil xûya ye ku  Sala 2014’an ji bo gelê Kurd wê bibe sala diyarbûna çareseriye  pirsgirêka Kurd. Ev sal sala diyarbûna man û nemanê ye. Kurdên êzdî ji weke beşekî gelê kurd, divê bi hişyarî tevbigerin. Bi vê bonê em dibêjin; îroj ji her demê bêhtir pêdiviya me ji sazîbûn, rêxistinbûn û yekîtiyê heye. Li dijî hêzên şerxwaz em tenê dikarin bi hêza rêxistinbûn û yekîtiyê nirxên xwe yên olî, civakî û dîrokî xwe biparêzin û di rêza mirovayiya pêşketî de cih bigirin.Em di vê baveriyêdame ku, kurdên êzdî, li hember listîkan û perçekirina kurdên her dem hêşyar bin û nehelin ku yekitiya gelê kurd were binpêkirin."

YEK-KOM’ê di dawiya peyama xwe de wiha got:“Em bi hêvî ne ku Cejna Êzdiyan ê 2013 û ku dibe destpeka Sala 2014 jî li welatê me bibe bîngeha aştiyeke civakî, azadî û kêxweşiyê. Em bawerin ku gelê me jî wê cejna xwe li ser vî esasî pîroz bike. Em wekî YEK-KOM‘ê vê  Cejnê di serî de li Mîrê Laleş, Pîr, Şêx û Feqeyên Êzdî û li tevahiya gelê Kurd û Cihana mirovahîye pîroz dikin."