Ji TŞYG’ê li Îskenderûnê çalakiya sabotajê

Fermandariya Hevpar a TŞYG’ê ragihand ku li hember artêşa Tirk a ku 11’ê Hezîranê li herêma Şehîd Fîraz operasyonek da destpêkirin çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Fermandariya Hevpar a TŞYG’ê ragihand ku li hember artêşa Tirk a ku 11’ê Hezîranê li herêma Şehîd Fîraz operasyonek da destpêkirin çalakiyeke sabotajê li dar xist.  Di çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin, serhengek jî birîndar bûye.

Daxuyaniya Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) wiha ye: “11’ê Hezîranê saet di navbera 16:00-17:00’an de hêzên faşîst ên dewleta Tirk li herêma Şehîd Fîraz a girêdayî navçeya Îskenderûn a Hatayê operasyonek dan destpêkirin. Li hember vê operasyonê milîtanên me çalakiyekîe sabotajê li dar xistin û gelek leşker hatine kuştin, lê hejmara wan nehatiye zelalkirin. Li vir Serhengek jî birîndar bû.”