Ji Tirkiyeyê ji bo mertalê fuzeyan 2.5 milyar dolar

Ji Tirkiyeyê ji bo mertalê fuzeyan 2.5 milyar dolar

Hate aşkerekirin ku Tirkiyeyê bi hinceta “sîstema parastinê ya fuzeyan a neteweyî” dê ji bo sîstema fuzeyên Patriot ên li Tirkiyeyê ku tê îdîakirin li hemberî gefa çekên kîmyewî yên Sûriyeyê dê bên danîn, 2.5 milyar dolar pere veqetîne.

Komîteya Îcraya Pîşesazî ya Parastinê (SSÎK) dê rojên destpêkê yên sala 2013 de bi serokatiya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bicive û tê diyarkirin ku divê biryara vê îhaleya 2.5 milyar dolar i vir derbikeve.

Ger biryara kirînê were dayin, artêşa Tirk dê li cihê ku bixwaze bataryayan bi cih bike û ev batarî dêbi temamî di destê Enqreyê de bin.

Li gorî agahiyên di çapemeniya Tirk de cih girtin, Tirkiye dixwaze destpêkê 4 bataryayyên Sîstema Parastinê ya Hewayî bikire. Welat û sîstemên fuzeyan ên ku tevlî vê îhaleya Tirkiyeyê bibin ev in: “Rûsya (ANTEY - 2500), DYA (PAC - 3), Çîn (FD 2000), Konsîryuma Fransa - Îtalya (SAMP/T).”