Ji Stenbolê koma destpêkê bi rê ket

Ji Stenbolê koma destpêkê bi rê ket

HDP'yiyên xwestin ji Stenbolê biçin Pirsûsê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li dû hevdîtinan bendên hatin danîn hatin rakirin û HDP'yî ketin ser rê.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy, Hevserokê Giştî yê SYKP Tûncay Yilmaz, Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Şamîl Altan, Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Stenbolê Emrûllah Bîngul jî di nav de girseyek ji HDP'yiyan, li Sali Pazari ya Kadikoyê hatin cem hev.

Endam û rêveberên HDP'ê, ber bi cihê wesayît jê rabin, dest bi meşê kirin.

Lê belê polîsan bi TOMA'yan bend danîn pêşiya girseyê. Rayedarên polîsan dan xuyakirin ku ew ê destûrê nedin meş û siwarbûna li wesayîtan.

Di encama hevdîtina di navbera rayedarên polîsan û HDP'yiyan de polîsan bend rakirin.

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Şamîl Altan li vir daxuyaniyeke kurt da û got, "Ji bo destekkirina berxwedana li dijî zilma DAIŞ'ê em diçin Pirsûsê. Tevî astengiyan jî çi dibe bila bibe em ê biçin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî astengiya polîsan protesto kir û got, "Ev rêwîtî rêwîtiya mirovahiyê ye. Rêwîtiya pêkhateyên HDP-HDK'ê, rêwîtiya hemû bindestan, ciwanan, jinan, gel, bawerî, karker û kedkaran e."

Yuksekdag diyar kir ku xwedîderketina li berxwedana Kobanê wezîfeya sereke ya tevahiya cîhanê ye û got, "DYA biryara têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê wergirt. Lê belê ti gav neavêt. Têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê bi tenê PKK û YPG dimeşîne. Em ê vê berxwedanê bi hemû gelan re bi hev re mezin bikin. Refê me refê berxwedêran e. Xwişk û birayên me yên li Rojava li ber xwe didin, bi tenê nînin."

Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy bibîr xist ku gelê Kobanê ev 85 roj in li hemberî tank û topan li ber xwe dide û got, "Derketina me ya ji vir gaveke dilnizmiyê ye. Ev gava me ya dilnizm wê bi vê bisînor nemîne. Em ê li cem gelê Kobanê bin."

Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz û Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn jî di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku ew ê her tim li cem berxwedana Kobanê bin.

Li dû daxuyaniyê girseya gel bi otobusan ber bi Kûrtkoy ve ket ser rê.

Di çalakiya Pirsûsê de ESP, EHP, SYKP, SDP, SGD, OGK, Malên Gel, SODAP, EMEP û DBP cih digirin.

Serokên Giştî jî wê sibê bikevin ser rêya Pirsûsê.