Ji Sînn Feîn ji bo AKP’ê: Divê bi lezgînî rêya hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin

Di daxuyaniya de ku bi îmzeya Sean Crown ê ku Berdevkê Karê Derve yê yek ji partiya siyasî ya Îrlandayê ye diyar kir ku divê bi lezgînî piştgiriya bangên ku bi Ocalan re hevdîtin dixwazin bên kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan ji sala 1999’an de li Greva Îmraliyê tê ragirtin û yek ji mîmarê pêvajoya aştiyê ya sala 2013’an e, bi bîr xist ku ev pêvajoya di sala 2015’an de ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve hate îxlalkirin û ji holê hate rakirin.

Parlameter û berdevkê Sînn Feîn Sean Crown bal kişand ku divê siyasetmedarên Kurd an ferdên malbatê an jî parêzer bi lezgînî bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, destnîşan kir ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve bi ti kes bi Ocalan re hevdîtin pêk naniye û agahî jê nayê girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî biryara hikûmeta Tirk a bidawîkirina muzakereyan û şûn de êdî hevdîtin bi temamî qut bûne.

Berdevkê Karê Derve yê Sînn Feîn Sean Crown destnîşan kir ku Ocalan xistine nav tecrîda giran, pêşîgirtina li hevdîtina parêzer û malbatê tê wateya îxlalkirina hiqûqa neteweyî û ya navneteweyî. Sean Crowe wiha pê de çû: “Em bang dikin ku divê hikûmeta Tirkiye destûrê bide ferdên malbatê yan jî parêzer, heyetek siyasî ku biçe li gel Ocalan hevdîtinê pêk bîne.”

Berdevkê Sînn Feîn da zanîn ku îro li Amedê 50 siyasetmedarên Kurd û nûneran dest bi greva birçîbûnê kirine, ev yek dide nîşandan ku pêvajoyeke çiqasî lezgîn heye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên siyasî yên li Tirkiyeyê dikare di navbera nûnerên gelê Kurd û Tirk de bi rêya destpêkirina muzakereyan çareser bibe û da xuyakirin ku di vê yekê de rola mezin a Ocalan e.