Ji Rojava bo greva birçîbûnê ya li Strasbourgê peywendiya telefonê
Ji Rojava bo greva birçîbûnê ya li Strasbourgê peywendiya telefonê
Ji Rojava bo greva birçîbûnê ya li Strasbourgê peywendiya telefonê
Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kurdan hatiye destpêkirin, bi çalakiyên cuda berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Strasbourgê bi banga Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCD-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de ye.
Ji Kobanê Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim û Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah bi telefonê xîtabî kesên beşdarî çalakiyê bûne, kirin. Rayedarên Rojava der barê rewşa dawî ya herêmê de agahî dan û banga xurtkirina çalakiyan kirin. Muslim û Ebdullah dan zanîn ku çalakiyên li Ewropayê moral û dilxweşiyê dide wan û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.
15 jê jin bi giştî 30 kes tevlî greva birçîbûnê bûne û di nava van de ji rêxistinên çep ên Tirkiyeyê yên weke MLKP û ATÎK û Serokê Federasyona Êzidiyan û nûnerên PYD’ê hene.
Di çarçoveya çalakiyê de, endamên TJKE’yê dosya pêşkêşî Saziya Mafên Jinan, Xaça Sor, Bijîşkên Sînornenas û saziyên Katolîk kirin. Di dosyayan de tevî amûrên tenduristiyê, daxwaza alîkariya mirovahî ji van saziyan hate kirin.
Ji parlamenterên Partiya Çep a Elman (Die Linke) ya Parlamentoya Ewropayê Anete Groth hat serdana çalakgeran. Groth da zanîn ku banga alîkariyê ya endamê Partiya Çep ê Meclîsa Federal û Parlamentoya Ewropayê Andrej Hunko bi bandor bûye û da zanîn ku çalakiyên Kurdan ji bo wan xerîb nayên. Groth da zanîn ku wê yek ji her sê jinên Kurd ên ku li Parîsê hatin qetilkirin Fîdan Dogan ji nêzîk ve nas dikir û destnîşan kir ku şandeyek ji Parlamentoya Federal çûye Rojava.
Groth da zanîn ku ew li dijî fikra şandina çekan bo Rojhilata Navîn e û da zanîn ku li şûna hûn çekan bişînin, zextê li DAIŞ’ê û Tirkiyeya piştgiriya wê dike, bikin, divê ev yek bên axaftin. Groth diyar kir ku ji bo Rojava çareseriyeke lezgîn pêwîst e û got: “Divê YE di vî warî de wezîfeya xwe bi cih bîne.”
Çalakiya greva birçîbûnê dê roja Şemiyê saet di 14.00 de, bi meşa ku wê ji ber avahiya KE’yê heta Qada Klebe berdewam bike, bi dawî bibe. Çalakgeran bang li her kesî kir ku bi awayekî xurt beşdarî vê meşê bibin.