Ji Rêxistina Efûyê bo Tirkiyê bang
Ji Rêxistina Efûyê bo Tirkiyê bang
Ji Rêxistina Efûyê bo Tirkiyê bang
Rêxistina Efuyê ya Navnetewî diyar kir ku komên girêdayê El Qaîdeyê li li qadên di bin kontrola wan de ya li Sûriyeyê mirovan direvînin îşkence dikin û li girtîgehan bi veşarî dikujin. Rêxistinê bi taybet bang li Tirkiyê kir ku divê welatên xwe bi El Qaîdeyê nede bikaranîn.
Rêxistina Efuyê bertek nîşanê pêkanînên dijmirovahiyê yên El Qaîdeyê dan.
ZAROK TÊN ÎŞKENCEKIRIN
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî da zanîn ku IŞÎD zarokên 8 salî ku dîl digire, di bin îşkenceya giran de derbas dikin.
Kesên ji aliyê kesên rupuş ve tên girtin bi hefteyan di hucreyan de tên girtin û piştre di dadgehên şerîatê de tên darizandin û wiha hat gotin: “Beyî ku tu prosedur hebe, hem mahkumê darvekirinê û hem jî îşkenceyê tên kirin.
Midûrê Maseya Bakurê Afîkayê û Rohilata Navîn ya Rêxistina Efuyê Phîlîp Luther da zanîn ku îşkencekirina zarokan pêkanîna herî giran ya dij mirovahiyê ye û got divê IŞÎD dawî li van cezayên xwe yên dijmirovahî bîne.
Li gorî rêxistina Efuyê kesên ji aliyê El Qaîdeyê ve hatine girtin û piştre hatine berdan diyar kirin ku rastî îşkenceya giran û elektroşoqê hatine.
Rêxistinê da zanîn ku hinek ji ber kuştinan, hinek ji ber kişandina cigarê, hinek ji ber zînayê û endamtiya komên çekdarî tên girtin. Her wiha gotin ku di rojên dawî de IŞÎD rojnamegerê biyanî jî desteser kiriye.
Rêxistina Efuyê da zanîn ku divê Tirkiye desturê nede van koman ku ji ser welatê wan sewqiyata çekan pêk bîne.