Ji 'Rêveberên nobedar ên weşanê' yên Ozgur Gundemê hate xwestin ku îfadê bidin
Bangî 4 rêveberên weşanê yên ku piştgirî dabûne Ozgur Gundemê kirin da ku biçin îfadeyê bidin.
Bangî 4 rêveberên weşanê yên ku piştgirî dabûne Ozgur Gundemê kirin da ku biçin îfadeyê bidin.
Di nav çarçoweya lêpirsînê de bangî nûçegihan Mehmet Guç, Farûk Balikçî, pîrê Elewiyan Hasan Hayrî Şanli û hunermend Denîz Turkalî kirin da ku biçin îfadê bidin.
Dozgeriya Stenbolê beriya niha jî der barê Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Çîlem Kuçukkeş, Koordînatorê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Derya Okatan, rojnamevan Saîd Sefaoglû, Tûgrûl Eryilmaz, Dîcle Anter, Hasan Cemal, Hasan Huseyîn Tahmaz, Mûrat Ûyûrkûlak û Nadîre Mater de lêpirsîn vekiribû.
Rojnameya Ozgur Gundemê 16’ê Tebaxê bi biryara Dadgeriya Ceza ya 8. a Stenbolê hatibû girtin. Heman rojê piştî ku bi ser avahiya rojnameyê de girtin, rêveberê weşanê yê rojnameyê Zana Bîlîr û berpirsê karê nivîsan Înana Kizilkaya hatin girtin û şandin girtîgeha Sîlîvriyê.
Endamên Desteya Şêwirmendiyê yê rojnameyê Asli Erdogan a wêjekar û zimannas Necmiye Alpay hatin girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê.