Ji 'pêvajoya çareseriyê' ber bi Qirkirina Kurdan; AKP-Erdogan -2

Erdogan, piştî ku maseya çareseriyê qeliband, roja 24'ê Tîrmehê di salvegera Peymana Lozanê de şerekî giştî li dijî Kurdan ragihand. Ji hingî ve bi rengekî ku hebûna xwe bi tinebûna Kurdan ve girê daye, vî şerî didomîne.

Mutabaqata Dolmabahçeyê, ku di encama hevdîtinên navbera PKK û dewleta Tirk de derkete holê, wê bibûya gaveke diyarker. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ku ji destpêkê heta dawiyê haya wî ji hevdîtinan hebû û bi kontrola wî dihatin kirin, ewilî ev mutabaqat qebûl kir, lê piştre li encamên anketên li ser hilbijartinê temaşe kir û bi gotina, "Haya min jê nîne. Çareserî jî nîne, maseya çareseriyê jî nîne" pêvajo qedand.

MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ YA 28'Ê SIBATÊ

Pêvajoya çareseriyê hê ji destpêkê ve dihilkumî, lê bi rengekî giran jî be dimeşiya. Bi metna mutabaqatê ya 28'ê Sibata 2015'an hate xwendin re, pêvajo diket qonaxeke nû. Li Qesra Dolmabahçeyê, di civînê de Alîkarê Serokwezîr ê wê demê Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, Cîgirê wê demê yê Serokê Koma AKP'ê Mahîr Unal, Alîkarê Serokê MÎT'ê yê berê yê bi Ocalan re rûdinişt Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Mûhammed Dervîşoglû û ji Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken amade bûn. Metna mutabaqatê ji aliyê Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin. Mutabaqatê di nava civakê de rê li ber kelecaneke mezin vekir.

Ji notên hevdîtinê yên piştre wê eşkere bibûya, ku Erdogan bi taybetî xwestiye mutabaqat di 28'ê Sibatê salvegera darbeya post-modern de bê eşkerekirin û ev daxwaza xwe bi rêya heyeta dewletê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ragihandiye.

NÊZÎKATIYA LI GORÎ HILBIJARTINÊ

Piştî ku mutabaqat hate eşkerekirin, heman rojê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan berê xwe dida Erebîstana Siûdî û beriya destpêkirina vê serdanê li balafirgehê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna çapemeniyê de got, "Ya ku bi projeya yekîtiya neteweyî û projeya biratiyê dest pê kir û niha jî bi pêvajoya çareseriyê dewam dike, bangeke ku bi hesret em li bendê ne bibin serî." Heman Erdogan piştî çend roja daxuyaniyeke din da û got, "Gelo ev pêkanîn wê beriya vê hilbijartinê, ya jî di hilbijartinê çiqasî bandorê li ser rûyê erdê bike. Beriya niha mixabin bandor li hilbijartinên Adarê nekir. Bandor li hilbijartinên Serokkomariyê nekir." Bi vî rengî nîşan da ku di çarçoveya hilbijartinê de nêzî pêvajoyê dibe.

ERDOGAN GAV BI GAV MUTABAQAT ÎNKAR KIR

Erdogan roja 15'ê Sibatê li Balikesîrê axivî û got, "Niha radibin rûdinên dibêjin pirsgirêka Kurd. Çi pirsgirêka Kurd. Êdî tiştekî bi vî rengî nîne. Çi yê te kêm e?"

Erdogan 20'ê Adarê têkildarî nîqaşên li ser Heyeta Şopandinê axivî û got, "Ez ji rojnameyan dixwînim. Ya rast, agahiya min ji tiştekî wiha nîne. Vê yekê jî bi zelalî bêjim; ez bi rengekî erênî nêzî vê bûyerê jî nabim."

Roja 28'ê Nîsanê jî Erdogan dema ji Qûweytê vedigeriya li balafirê axivî û got, "Êdî bilêvkirina gotina 'pirsgirêka Kurd heye' tê wateya cihêkariyê. Li vî welatî dewlet heye. Maseyeke ku hin alî li dorê li hemberî hev rûniştine nîne. Hebûna tiştekî wiha tê wateya hilweşîna dewletê."

LI ALIYEKÊ HEVDÎTIN, LI ALIYÊ DIN JÎ PLANÊN JI BO TÊKBIRINÊ

Dewletê ji aliyekî ve pêvajoya çareseriyê bi rê ve dibir, li aliyê din jî planên ji bo qirkirina Kurdan amade dikir. Roja 24'ê Kanûna 2015'an, Parlamenterê Dersimê yê HDP'ê Alîcan Onlu pêşniyar prisek pêşkêşî Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kir. Di bersiva Davûtoglû de rastiya amadekirina planên qirkirinê derdiket holê. Plana ji 42-43 rûpelan a ku ji aliyê Musteşariya Ewlekariyê û Sîstema Cemaweriyê Îlona 2014'an hatibû amadekirin û pêşkêşî Serokatiya Fermandariya Giştî hatibû kirin, bi morha 'veşartî ye' radestî hikumeta AKP'ê hatibû kirin.

PLANA ÇALAKIYÊ YA TÊKBIRINÊ

Ev plan dişibiya modela Srî Lankayê, ku rêveberên AKP'ê û nivîskarên alîgirê wan gelek caran bal dikişand serê. Agahiyên berfireh ên vê planê jî wiha bû:

*Li gorî planê, wê tîmên taybet, leşkerên bi taybetî hatine perwerdekirin û hêzên artêşa Tirk wê dorê li bajaran bigirin û li tax û kolanan operasyonan bikin.

*Navenda birêvebirina êrîşê wê Fermandariyên Jendermeyan ên Bajaran bin. Eger pêwîstî pê çêbibe, wê balafirên şer jî werin bikaranîn.

*Li tax û herêmên dor lê hatine girtin wê xanî û hemû qadên ku welatî lê dijîn bên xerakirin û bi vî rengî şert û mercên vegera welatiyan ji holê bên rakirin.

*Îmha, girtinên girseyî û valakirin wê bên kirin.

*Çapemeniya Azad wê were bêdengkirin.

*Hevdîtin û axaftina walî, qeymeqam û leşkerên payebilind bi wekîlên HDP'yî re wê bên qedexekirin.

*Tank û maşînên zirxî wê li cihên guncaw bên bicihkirin.

*Ketin û derketina herêmên operasyonê wê bi temamî were girtin.

*Karê rêveberiyên herêmî wê radestî walîtiyan bê kirin.

*Li gorî planê, dibe ku 15 hezar mirov bimirin, 8 hezar mirov birîndar bibin, 5-7 hezar kes bên girtin û 300 hezar mirov jî bên koçberkirin.

*Ji bo bicihanîna planê, wê rayedarên leşkerî yên payebilind ên di nava JÎTEM û Ergenekonê de cih digirin û li herêmê wezîfe kirine, bên wezîfedarkirin.

*Bi rengekî bê navber wê bi balafirên şer bombe li ser Qendîlê werin barandin.

*Rêxistin bi rengekî yekalî bêçalakîtiyê îlan bike jî wê plan bi cih were anîn.

XENDEK Û BENDÊN DESTPÊKÊ YÊN XWEPARASTINÊ

Piştî ku bi plana qirkirinê ya dewletê re pêleke giran a binçavkirin, girtin û înfazê dest pê kir, di destpêka meha Çileya 2015'an de li Silopiya û Cizîrê, ciwanan dest bi danîna bendan kirin. Li Cizîrê roja 6'ê Çileyê zarokê bi navê Umît Kûrt hate kuştin. Dewlet li pey provokasyonan bû. Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak tevî heyeta bi xwe re roja 14'ê Çileyê peyama Ocalan birin Cizîr û Silopiyayê û peyama Ocalan ku digot, "Divê li dijî provokasyonan hay ji xwe hebin" dan gelê Cizîrê. Hê heyet nû ji Cizîrê derketibû, Nîhat Kazanhan heman rojê hate kuştin. Tevî vê yekê jî, gel piştî peyama Ocalan bend rakir.

QEDANDINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ

Piştî eşkerekirina mutabaqata Dolmabahçeyê û diyarkirina 'Heyeta Şopandinê' ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê biçûya Girava Îmraliyê, bi gotina Ocalan wê pêvajo ji 'diyalogê' derbasî 'danûstandinê' bibûya, lê belê li hemberî vê yekê siyaseta neçareserî û şer a AKP'ê kete dewrê. Bi gotina "Ez van rast nabînim" a Erdogan re ku 20'ê Adarê anî ziman, ji xwe pêvajo di pratîkê de qediya.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 7'ê Hezîranê re, piştî ku zelal bû wê HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe, aliyê AKP'ê dest bi gefxwarin û qareqara şer kir. Alîkarê Serokwezîrê wê demê Yalçin Akdogan ev niyeta xwe ya veşartî bi gotina "Eger 7'ê Hezîranê HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe wê pêvajoya çareseriyê biqede" eşkere kir.

PROVOKASYONA TENDUREKÊ

Li pêşberî israra Ocalan û KCK'ê ya ji bo çareseriyê, AKP ji bo li nava raya giştî weke "aliyê ku pêvajo qedand" neyê dîtin, bi destê Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Waliyê Agiriyê Mûsa Işin provojasyona Tendurekê organîze kirin. Roja 11'ê Nîsana 2015'an, tevî ku rewşa bêçalakîtiyê jî hebû, bi fermana sekreterê berê yê Wezîrê Karên Derve Efkan Ala Waliyê Agiriyê, komek ji leşkeran danîn Çiyayê Tendurekê. Di vê provokasyonê de ku 2 gerîlayên HPG'ê û sivîlek hatin qetilkirin û gelek leşker birîndar bûn, gel li bedena xwe kir sîper û lîstika AKP'ê pûç kir.

KOMKUJIYA AMEDÊ

AKP, piştî ku lîstika wê ya li Tendurekê têk çû serî li rê û rêbazên cuda da. Vê carê, xebatên hilbijartinê yên HDP'ê kir hedef. Bi sedan buroyên hilbijartinê yên HDP'ê ji aliyê faşîstên hatin birêxistinkirin ve hatin xerakirin û şewitandin. Bombe li avahiyên HDP'ê yên Edene û Mersînê hatin bicihkirin, otobusên hilbijartinê yên HDP'ê tevî ku mirov tê de bûn hatin şewitandin û welatiyê bi navê Hamdûllah Oge ê li navçeya Çewlik Kanî Reşê karê hilbijartinê yê HDP'ê dikir, serê wî bi keviran hate eciqandin û qetilkirin.

Êrîşa herî giran a şerê ku AKP'ê bi rengekî nixumandî li dijî HDP'ê dimeşand, 2 roj beriya hilbijartinê li Amedê pêk hat. 5'ê Hezîranê, dema ku bi sed hezaran mirov li meydana Stasyonê ji bo mîtînga fînalê ya HDP'ê li hev civiyan, du bombeyên li qadê hatibûn bicihkirin hatin teqandin. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

HILBIJARTINA 7'Ê HEZÎRANÊ

HDP a ku bi vî rengî bû hedefa şerekî nixumandî yê dewletê, di nava van şert û mercan de kete hilbijartinê û mohra xwe li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê xist. HDP'ê benda hilbijartinê ya 10 ji sedî derbas kirin, ku ev bend di dema 12'ê Îlonê de ji bo Kurd û mûxalîf li derveyî parlamentê bimînin hatibû danîn. HDP'ê bi rêjeya 13.1 ji sedî, 80 wekîl şand parlamentê. Ev yek ji bo Kurdan û mûxalîfan destpêka pêvajoyeke nû bû.

'FÎLMÊ ŞER' Ê AKDOGAN KET MERIYETÊ

Piştî ku AKP bi tena serê xwe nebû desthilatdar, rojek piştî hilbijartinê 8'ê Hezîrana 2015'an Alîkarê Serokwezîrê wê demê Yalçin Akdogan got, "HDP ji niha û pê ve ancax dikare fîlmê pêvajoya çareseriyê bikişîne." Berdevkê wê demê yê hikumetê Bulenç Arinç, ku şer sor dikir, roja 15'ê Tîrmeha 2015'an de got, "Êdî rojên zor û zehmet li benda rêxistina terorê ye. Ya wê çekê deyne û ev kar wê bidome, ya jî wê fêhm bikin ku bi rêxistina terorê ya çek di destan de heye wê ti pêvajo neyê dewamkirin."

PIRA AŞTIYÊ HATE TEQANDIN: KOMKUJIYA PIRSÛSÊ

Roja 20'ê Tîrmehê, ciwanên sosyalîst ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê bi rê ketin, lê bûn hedefa êrîşekê. Ji komkujiyên piştre rû dan her çend hate nîşandan ku ev êrîş ji aliyê "DAIŞ'ê" ve hatiye kirin jî, ji aliyê her kesî ve dihat zanîn ku bi hevkariya AKP û hevalbendên wê yên şerxwaz ve hatiye kirin. Li hemberî ciwanên sosyalîst ên pêlîstok dibirin ji zarokên li Kobanê re, li Rihayê êrîşkarekî xwekuj bombeya li ser xwe teqand. 33 ciwan li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin qetilkirin. Dewleta ku li pêşiya bajêr bi tundî li ser ciwanan geriyan û kontrol kirin, ev endamê DAIŞ'ê yê ku bi hêasnî kete hewşa Navenda Çandê ya Amara û bombeyên li ser xwe teqand, "nedît"ibû.

BÛYERA TARÎ YA LI SERÊKANIYÊ

22'ê Tîrmeha 2015'an jî, vê carê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs li mala xwe mirî hatin dîtin. Mirina van her du polîsan, ku AKP'ê û medya wê weke "bûyera ku pêvajoya çareseriyê qedand" servîs kir, hê jî balê dibe ser hêzên tarî yên li nava dewletê. Hin welatiyên ku ti eleqeya xwe bi bûyerê re nîne hatin binçavkirin. Lê belê li dadgehên dewletê bi xwe, wê piştre îspat bibûya ku ev kesên navborî ti eleqeya xwe bi bûyerê re nîne.

DI SALVEGERA LOZANÊ DE DEST BI ŞER KIR

Piştî ku li Serêkaniyê du polîs hatin kuştin, AKP a ku "bahaneya lê digeriya" ji xwe re peyda kir, bi endamên Ergenekonê yên berê tevî Cemaeta Fethûllah Gulen dek û dolab li wan gerand, bû yek û ji bo şer mezi bike bi hev re ketin nava liv û tevgerê. Şeva 24'ê Sibatê, bi dehan balafir ji balafirgehên leşkerî yên Amed û Meletiyê rabûn, bi qasî 400 sortî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Bi vî rengî êrîşa herî mezin a hewayî ya Komara Tirkiyeyê di wê şevê de hate kirin.

Ji ber ku êrîş di salvegera Peymana Lozanê de hate kirin, niyeta dewleta Tirk a li ser mejiyê Îttîhat-Terakkî ava bû, eşkere dibû.

Piştî vê bomberdûmanê HPG'ê daxuyaniyek da û got, "Êdî ti wateya agirbestê nema ye" û bi awayekî fermî agirbest qedand.

BI ERGENEKONÊ RE TIFAQEKE NÛ ÇÊ KIR

Piştî ku êrîşên qirkirinê li dijî Kurd û Kurdistanê di pratîkê de dest pê kirin, nîşaneya tifaqeke nû xuya dikir. Erdogan ê ku berê digot, "Ez dozgerê doza Ergenekomê me", li ser mijara qirkirina Kurdan bi Ergenekon û artêşa Tirk re tifaqeke nû kir. Erdogan di merasîma 12'ê Tebaxê ya li Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk de got, "Pêvajoya çareseriyê hatiye cemidandin, li sarincê ye" û bi vî rengÎ jir aya giştî re eşkere kir ku weke hêza nû ya tifaqê wî Ergenekon hilbijartî ye.

BOMBE LI SER AŞTÎXWAZAN HATE BARANDIN

Dewleta Tirk ku li dijî Kurdan şer ragihand, li Enqereyê jî bi destê DAIŞ'ê bombe li ser aştîxwazan barand. Ji gelek bajaran welatî ji bo tevlî Mîtînga Aştiyê bibin hatin Enqereyê. Lê belê bûn hedefa êrîşa bombeyî. Di encamê de 102 kesan jiyana xwe ji dest dan.

HEVALBENDIYA QIRÊJ SALEKÊ DEWAM NEKIR

Li hemberî êrîşên topyekûn ya ku dibû para Kurdan, berxwedan bû. Erdogan ê ku kete milê Ergenekoniyê di salên 1990'î de gundên Kurdan şewitandin, vê carê dest bi şewitandina bajaran kirin. Di serî de li Gimgim, Sûr, Cizîr, Silopiya, Hezex, Kerboran, Dêrik, Nisêbîn, Gever, Şirnexê dewleta Tirk li gelek cihan dest bi êrîşê kirin. Dewleta Tirk li bin guhê berxwedaneke gelekî mezin ket.

Tifaqa ji Erdogan, Ergenekonî û Fethûllahiyan pêk dihat, li pêşberî vê berxwedanê, salekê jî nekarî bidome û 15'ê Tîrmeha 2016'an bi erdê re bû yek.

Erdogan ku li nava welêt veguherî hikumeteke şer û li cîhana derve jî tecrîd bû, hê jî bi rêya dewamkirina şer hewl dide hebûna xwe bidomîne. Di bingeha vê hikumeta şer de jî dijminatiya li Kurdan heye. Tevî şerê li çiyayên Bakur û Başûrê Kurdistanê, bi êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên li Rojavayê Kurdistanê re hewl dide xwe bi qirkirina çandî û fîzîkî ya Kurdan li ser piyan bigire, hebûna xwe biparêze.

Beşa yekemîn: https://anfkurdi.com/rojane/ji-pevajoya-careseriye-ber-bi-qirkirina-kurdan-akp-erdogan-1-83592