Ji pêkhateyên HDP’a Hamburg banga seferberiyê
Pêkhateyên HDP’a Hamburg ku daxuyaniyeke nivîskî weşandin, banga serferbertiyê li dilxwazin HDP’ê kirin.
Pêkhateyên HDP’a Hamburg ku daxuyaniyeke nivîskî weşandin, banga serferbertiyê li dilxwazin HDP’ê kirin.
Pêkhateyên HDP’a Hamburg ku daxuyaniyeke nivîskî weşandin, banga serferbertiyê li dilxwazin HDP’ê kirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji bo dengdayîna hilbijartinên 1’ê Mijdarê hefteya dawî ye, asta tevlîbûnê kêm e, ji ber vê ji bo her kes dengên xwe bidin HDP’ê pêwîst e hemû enerjiya xerc bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev wezîfeya me ya welatîbûnê ye. Ev wezîfeya me ya şoreşgertiyê ye. Ev wezîfeya me ya welatparêziyê ye.”
Pêkhateyan banga seferbertiyê kirin û wiha hat gotin: "Em bang li dilxwazên HDP’ê, şoreşger, welatparêz û dostên me dikin, bên cihên kombûnê yên me li jêr diyar kirine. Em bang dikin ku xwe bigihînin kesên hê em negihiştine wan. Kesên hê neçûne dengên xwe bikar bînin, bi xwe re bibin. Li deverên kombûnê heta deqeya dawî ya roja dawî em dawetî xebatan dikin.”
21’ê Cotmehê Çarşem: Altona (Eidelstedt, Elbgaustr. Navend) cihê kombûnê pêşiya Mercado, saet 17:00
22’ê Cotmehê roja Pênçşemê, Wilhelmsburg cihê kombûnê: Buroya hilbijartinê Jaffestr. 23, 21109 Hamburg
23’ê Cotmehê Înê: Sternschanze (Norderstedt, Poppenbüttel, Barmbek, Farmsen, Wandsbek) cihê kombûnê: Wandsbek Bahnhof saet 17:00 û Lutterothstr. U-Bahn saat 17:00.