Buroya Hiqûqê ya Asrin, li ser axaftinên berevajî yên Parlamenterê CHP’ê Velî Agababa ku gotibû, “Niha Girtîgeha herî rehet a Tirkiyeyê, Girtîgeha ku Ocalan lê dimîne, Îmralî ye. Tiştên ku li mala min, li ti girtîgehan nîne li qewîşa Ocalan heye. Yên televîzyona 87 LCD ekran danîne wir, bi PKK’ê re hevkariyê dikin” bersiv dan.
Di daxuyaniya nivîskî de li ser şertên tecrîda şidandî hate rawestandin. Di daxuyaniyê da hate destnîşankirin ku ji 27’ê Tirmeha 2011’an ve hikûmet bi astengiyên ti rawebûna xwe nîne ve nehiştiya Parêzer bi Ocalan re hevdîtinekê jî pêk bînin. Buroya Hiqûqê ya Asrin bi bîr xist ku muwekîlê wan 20 meh in bi ferdên malbatê re hevdîtin pêk naniye, ji 5’ê Nîsana 2015’an ve hewl tê dayîn ku wî ji civaka demokratîk bi temamî dûr bixin û di girtîgehê de jî bi şertên nerewa yên cezayê re hevrû tê.
‘NAVNÎŞANÊN HEWLDANÊN KORSANÎ ÎMRALÎ YE’
Di dewama daxuyaniyê de ev îfadeyan cih girt:
“ Dema ku rewş bi vî awayî be, îhtimal ji derveyî ruhê demokratîkbûna sosyaliyê ye. Li Hepîsxaneya Girava Îmaraliyê gelek hewldanên li dijî hiqûqê ku bên îzahkirin hene. Di dema ku tecrîda herî giran li ser Ocalan tê meşandin de, Parlamenterê CHP’ê Velî Agababa jî daxuyaniya dawî ya ku di der barê mûwekîlê me û hepîsxaneya Gireva Îmraliyê de rolekî reş di Sîstema Tecrîdê ya Îmaraliyê lîstiye. Hewldanên hiqûq û hiqûqan bêbandorkirine, heta nefes standinê jî li hepîsxaneya Gireva Îmaraliyê tê astengkirin, bi daxuyaniyên mîna girtîgeha herî aram a li Tirkiyeyê îfadekirin û mîna otelekî 5 stêrk dana nîşandan, ji azadî û demokrasiyê heta ji hiqûqa mirovatiyê para xwe negirtine. Bê ku şert û mercên hepîsxaneya Îmarliyê bibînin, bê ku dîtibe, nirxandinên bi vî awayî ti wateya xwe nîne û nayên bawerkirin jî. Birêz Ocalan di nava tecîrdekî girankirî de ye, dengê wî qut kirine û heta ji derfetên xweparastinê jî hatine dûrxistin, îhtimalên bi vî awayî ji derveyî ruhê demokratîkbûna sosyaliyê ye. Li Tirkiyeyê, di roja me ya îro de pêkanînên herî korsanî li Gireva Îmarliyê tên pêkanîn, ev yek ji aliyê her kesî ve jî tê zanîn.
‘DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LI TECRÎDÊ WERE’
Hikûmet weke her sal dixwazin rastiya Sîstema Tecîrdê ya Îmraliyê binixûmîne û xapandina raya giştî dewam dike. Hikûmeta ku bi tifaqên hundirîn re ji rêya edalet û demokratîkbûnê derketiye, li ber çavan e. Bi gotin û pêkanînên xwe yên ji hev cuda, bi awayekî din dixwazin agahiyê bidin raya giştî. Divê astengiya hevdîtina parêzer û malabatan a li Hepîsxaneya Greva Îmraliyê bê bidawîkirin û demildest pêkanîna tecrîdê bi dawî bikin. Di vê wateyê de mafê axaftinê aîdî kesên ku li welatekî bê hiqûq de dijîn û hê zêdetir rastî sîstema tecrîdan tê ne.”