Ji Ocalan ji bo Çareseriya demokratîk sê madde
Ji Ocalan ji bo Çareseriya demokratîk sê madde
Ji Ocalan ji bo Çareseriya demokratîk sê madde
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe a ku bi rêya heyeta BDP-HDP’ê re şandî, li Geverê qetilkirina du Kurdan ji aliyê polîsan ve weke “provekasyon kirina pêvejoyê” bi nav kir. Di derbarê pêvajoyê de diyar kir ku ji hikûmetê destpêkirina pêvajoyekî din giring a muzakereyan hêvî dike û Ocalan hişariya ku bi nêzikatiyekî hilbijartinan nêzî pêvajoyê bûn wê bibe sedema çêbûna kaos û pevçûnan kir. Ocalan destnîşan kir ku ji bo çareseriya demokratîk zemînekî zagonî û çerçeveyekî hûquqî, statuya aliyan di çerçeveya zagonî naskirin çêbibe pêwiste kurula şopandin yan jî heyetekî hakem çêbibe.
Heyeta ji Wekîlên Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Cîgirê Hevserokê HDP Sirri Sureyya Onder ku ji Pêvajoya Çareseriyê û Mûzakereyan berpirs pêk dihat li Grava Îmralî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedîtina xwe a 13. pêk anîn.
Peyama Ocalan a ku bi rêya heyeta BDP’ê û HDP’ê ji raya giştî re ragihandî wiha ye:
“Di serî de ez êşa gelê me yên ku li Geverê du zarokên wan jiyana xwe ji dest dayîn parve dikim û ji bo malbata wan û gelê Geverê û tevayê gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim. Ev cinayetên he ji bo pêvajoyê provokasyonekî mezinin. Pêwiste hemû kes li hemberî provokasyonên nû û hîn meztir hişyartir û baldartir bin.
Baldariyekî herî mezin a gelekî ji bo bîranîna zarokên wî, navê wan hem di jiyanê de û hem jî di tekoşîna azadî û aştiyê de dana jiyan kirin wê watedar be.
Di mijara pêvajoyê de hîna hêviya min heye û ez ji Hikûmetê hêviya destpê kirina mûzakereyekî din a hîn giringtir dikim. Di pêvajoya ku Tirkiye û Herêm ber bi rizgarî û avakirina komarekî demokratîk ve diçe kî dibe bila bibe ku bikeve nava hesabên teng yên hilbijartinan, pêşketinên demokratîk paş bixwe, wê ji bo şer û mercên jiyan kirina kaos û pevçûnan vexwendinekî bide çêkirin.
Ji bo çareseriyekî demokratîk a mezin sê ling giringe: Di destpêka van de; zemînekî zagonî û çerçeveyekî hûquqî tê. Dûwemîn jî; ji bo mûzakereyekî ku aliyên wê neyî neyê fikirîn, alî û statuyên di nava vê çerçeveyê de pêwiste bêne danasîn. Sêyemîn jî; Pêwiste kurûlekî şopandin yan jî heyetekî hakeman bikeve nava pêvajoyê. Ji bo însiyatîf û berpirsiyariyên minên di vê pêvajoyê de, fikrên minên ku di derbarê aştî û avakirina komarekî demokratîk a nû de ku ez bikaribim fikrên xwe ji raya giştî a Tirkiyê re rabigehînim, pêwiste çapemenî û peywendiyên din û pêwistiyên temasî bi temamî bên pêk anîn.
Ji niha de ez ji bo hemû namzetên ku di hilbijartinê de erk digirin û hêzên demokratîk re serkeftinê dixwazim.
Ez di sala nû de di serî de ji bo gelê me û tevayê mirovahiyê bibe sala aştî, azadî û demokrasiyê dixwazim û temennî dikim. Bi vê boneyê ji bo Roboskî û tevayê malbatên din, nexweşên girtî, jinan re û ciwanan re û hemû girtîgehan re silavên xwe yên teybet dişînim.”
JI BO MANDELA PEYAM
Ocalan xwemgîniya xwe a ji ber wefata mandala diyar kir û ev ragehandin: “Li gel mandela girêdayînekî me a bi hevre a ji dil hebû. Ji ber hişarî û girêdana wî a li hemberî gelê Kurd di dilê me de jî hiştibû ku li hemberî wî rêzdarî û girêdayinekî mezin a pêşber dabû çêkirin. Mandala stêrekî ku gelê Efrîqa rûnî dikir, stêrkekî di birîqî bû. Em jî wê hewil bidîn ku ew stêrka di birîqî li ser gelên Rojhilata Navîn jî bi diîn biriqandin.”