Ji Ocalan bangewaziya ‘li hember provokasyonan hişyarî’

Ji Ocalan bangewaziya ‘li hember provokasyonan hişyarî’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku îro bi heyeta BDP’ê û HDP’ê a çûne Îmraliyê re hevdîtin pêk anîn girêdayî boyera Geverê a qetilkirina du kesan ji Ocalan hişariya ‘provokasyonê’ hat kirin. Ocalan got ku: “Ji ber komkujiya li Geverê ji bo malbat û gelê me sersaxiyê dixwazim. Pêwiste gelê me li dijî provokasyona hişyar be.”

Heyeta ji Wekîlên Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Cîgirê Hevserokê HDP Sirri Sureyya Onder pêk tên, bi boneya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin pêk bînin çûn Îmraliyê. Heyetê piştî bi Ocalan re hevdîtinê pêk anîn ji Îmraliyê vegeriyan.

Heyeta BDP’ê û HDP’ê ku li ser rêya vegerê peyama Ocalan ragehandin wiha hat gotin: “Ji ber komkujiya li Geverê ez ji bo malbat û gelê me sersaxî dixwazim û pêwiste gelê me li dijî provokasyonan hişyar be.” Çav li rêye ku heyet di saetên pêş de daxuyaniyekî berfirehtir bikin.